19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya moşeka nûkleerî li Belarûsê bicih kir û hişyarî da NATOyê

Serfermandarê Rûsyayê Gerasîmov diyar kir ku NATO hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê wan zêde dike û ev yek ji bo Rûsyayê talûkeyek mezin e. Serokdewletê Belarûsê Lukaşenko jî anî ziman ku moşeka nûkleerî ya Rûsyayê li welatê wî hatiye bicihkirin.

Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov derbarê pêşketinên li ser sînorê Rûsya û Ûkraynayê de agahî dan. Gerasîmov anî ziman ku NATO di bin navê, “Rûsya gefan li Ewropayê dike” li ser sînorê welatê wî hêzek mezin a leşkerî bi cihkiriye. Bi hinceta tetbîqata Parastina Ewropayê de jî yekîneyên nû yên leşkerî anîne ser sînor.”

Gerasîmov di berdewama axftina xwe de got ku armanca sereke ya Ewropayê ew e ku Rûsyayê têk bibe û wiha domand: “Ewropa hêj ji vê armanca xwe ya stratejîk venegeriyaye. Ji bo vê bi her alî ve alîkariya leşkerî ya Ûkraynayê dike. Hebûna hêza NATO û zêdebûna vê hêzê ya li ser sînorê Rûsyayê di dema pêş de ji bo me pirsgirêk û talûkeyek mezin e.” Gerasîmov got ku Rûsya di aliyê çekên nûkleerî de jî li gorî peymanan tevdigere lê ger DYA çekên nûkleerî yên nû biceribîne Rûsya jî dê bergiriyên pêwist bigire.

Li aliyê din Serokdewletê Belarûsê Alexander Lûkaşenko di daxuyaniyek dayî çapemeniyê de têkildarî nîqaşa çekên nûklerî yên Rûsyayê agahî dan. Lûkaşenko anî ziman ku moşekek ku serikên nûkleerî dikare lê bê barkirin a Rûsyayê li welatê wî hatiye bi cihkirin. Lûkaşenko got ku moşeka bi navê Oreşnîk duh li Belarûsê hatiye bi cihkirin û ji bo bikaranîn û operasyonê amade ye.