19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Federasyona Gaziyan Cejna Êzî pîroz kir

Ferderasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Cejna Êzî got: “Em hêvîdar in sala were li Şengala Nûranî em bi Rêber Apo re cejna xwe pîroz bikin.”

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Êzî ya civaka êzidî peyamek parve kir.

Peyama ferderasyona Gaziyên Bakur û Rojhhilatê Sûriyeyê wiha ye: “Di nav hemû civak û gelan de rojên girîng û pîroz hene. Yek ji wan jî Cejna Êzî ya civaka me ya êzidî ye ku her sal weke rêûresmeke dîrokî tê pîrozkirin.

Em weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî gaziyên şer vê cejna giranbiha li xelkê me yê êzidî yê li Rojava, Şengal, Bakur û li her devera cîhanê ne pîroz dikin. Em bi hêvî ne Cejna Êzî bibe wesîleya aştî û aramiya li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn. Herwiha em hêvîdar in ev cejn bibe cejna xêr, xweşî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Xelkên me yên êzidî gelek zext, zehmetî, xizanî û koçberî dît. Hîn jî êşa êrîş û komkujiyan dikişîne. Tevî van hemû êş û zehmetiyan jî xelkê me yê êzidî timî nirxên aştiyê û jiyaneke azad û wekhev parastiye, xwedî li bawerî û dîroka xwe derketiye. Em dizanin ku hebûna xelkê me yê êzidî garantiya pêkve jiyana hemû gel û baweriyan e.

Weke gaziyên şer em soz didin bi hêza xwe ya cewherî êrişên li ser hemû mirovahiyê pûç bikin, tevahî hewldanên hêzên xwedî hişmendiya qatilkastîk vala derxînin û serkeftinê qezenc bikin.

Em careke din cejna Ezî li Rêber Apo yê ji bo civaka êzidî were parastin û rêxistinbûna xwe xurt bike di nav hewldanên mezin de ye, li tevahî şehîdên azadiyê û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em hêvîdar in sala were li Şengala Nûranî em bi Rêber Apo re cejna xwe pîroz bikin.”