19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cizîrê mamosteyek ji ber tacîzê hate binçavkirin

Li Cizîrê mamosteyê bi navê S.O., ku li dibistanek navîn dixebite ji ber tacîza ser zarokan hat binçavkirin û ji peywirê hat dûrxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mamosteyê bi navê S.O., ku li dibistanek navîn dixebite piştî ku derket holê tacîz li ser zaroakan pêk aniye şevê din hat binçavkirin. Hate zanîn ku S.O. li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tê ragirtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; ji bo lêkolîn li ser were kirin polîsan dest daniye ser telefon û computera S.O. û her wiha piştî faîl hat binçavkirin ji peywirê jî hatiye dûrxistin.

Li gorî nûçeyê; heya niha 7 zarokan giliyê S.O. kirin e û Midûriyeta Perwerdeyê ya Cizîrê mufetîş peywirdar kirine ku mijarê lêkolîn bikin.