Polîtîkayên bişaftin û qedexekirinê li ser ziman, çanda kurdî bi salan e didomin. Di navbera 2024-2025an de gelek çalakî û xebatên ziman û çanda kurdî hatin lidarxistin. Lê ev xebat ji aliyê dewletê ve hatin astengikirin û qedexekirin. Di 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de gelek pirtûkên bi zimanê kurdî hatin qedexekirin. Zarokên kurdan ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişên nijadperestan hatin. Hunermedên kurd rastî êrişên nijaiperestan hatin. Amedspor ji ber dirûşma bikurdî hat cezakirin. Komîsyona meclisê li meclisê axaftina Dayikên Aştiyê ya bi kurdî asteg kirin. Li ser polîtîkayên dewleta tirk ên derbarê zimanê kurdî de û qedexekirina ziman de, mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî, zimanê aştiyê û statuya zimanê kurdî, em bi hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Dem Partiyê Heval Dilbihar re axivîn.
Heval Dilbihar bal kişand ser polîtîkayên qedexeker ên dewleta tirk û got: “Dewleta tirk sed salan li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftin û qedexekirinê meşandin, zimanê kurdî qedexe kir. Ji ber ku dewleta tirk baş dizanî, heta ku zimanê kurdî ji holê raneke nikare neteweya kurd ji holê rake û hebûna xwe ya tirkperest biparêze. Lê di encama têkoşîna gelê kurd de ev polîtîkayên dewleta tirk bi ser neketin û têk çûn. Helbet, polîtîkayên kurdîkujiyê hê jî bi awayekî nûjenkirî berdewam in. Zimanê kurdî hê jî bi awayekî fermî nayê nasîn, perwerdehiya bi kurdî nîn e, kurdî di hemû sazî û dezgehên dewletê de qedexe ye, wek ‘zimanê nayê fêmkirin’ tê pênasekirin; ji gundan heta taxan, li hemû jîngehan di nav dorpêçê de ye. Navên cih û warên bi kurdî hatine rakirin û li şûna wan navên tirkî li wan hatine kirin.”
Heval Dilbihar li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk, perwerdehiya bi zimanê kurdî û qebûlkirina statuya zimanê kurdî wiha axivî: “Ji bo li welatekî aştiyek pêk bê, divê berî her tiştî maf û nirxên hemû kom, gel û neteweyan bên qebûlkirin. Kîjan derdor bixwaze bi neteweya kurd re bijî divê berî her tiştî li ser bingeheke azadîparêz û demokratîk hebûn û mafên wan qebûl bike. Ji bo wê jî divê dewleta tirk hemû qedexeyên li pêşiya zimanê kurdî rake; çand, nasname ax û hemû nirxên kurdan qebûl bike. Divê zimanê kurdî di zagona bingehîn de bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê. Divê navê gund, tax û hemû cih û warên kurdan careke din li resenbûna xwe bên vegerandin, bibin kurdî. Divê mafên ziman û perwedehiya bi kurdî di rêveberiyên xwecihî û hemû saziyan de bên sazkirin.”
Heval Dilbihar der barê komxebat û deklerasyona 750 sazî û înîsiyatîfên kurdan dane de ev tişt anî ziman: “Li Wanê komxebatek hat lidarxistin. Di komxebatê de sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî û polîtîkayên xwe yên ji bo zimanê kurdî diyar kirin. 750 saziyên cuda bi nasnameyên xwe yên sazîbûyî ji bo zimanê kurdî deklerasyonek weşand. Destnîşan kirin, heta ku ew daxwaz pêk neyên ne pêkan e ku aştiyek pêk bê. Di heman demê de diyar kirin ku, divê di serî de xwedî û beşdarên deklerasyonê bi xwe wan dazwazên ji bo zimanê kurdî di nav xwe de pêk bînin; ango divê biryarên ku hatine wergirtin û bi raya giştî re hatine parvekirin li ser kaxizê nemînin. Ji rêveberiyên xwecihî heta qada siyaset, hiqûq, çand, ekolojî, tenduristî, jin, ciwan, aborî, perwerdehî, wêjekar, weşanger, çapemenî û qada bawerî û kedê, hemû beşên civakê wek parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî tevbigerin û têbikoşin; ji bo sazkirina pergaleke mayinde ya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li mezra, gund, tax, kolan û hemû jîngehên li Kurdistanê û li hemû derên ku kurd lê dijîn kom, komun û meclisên zimanê kurdî ava bikin, xebatên zimanê kurdî bikin; zimanê kurdî bikin zimanê civakê yê jiyanî; her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî, bikin kurdîgeh.”
Heval Dilbihar di axafitina xwe ya herî dawî de bal kişand ser rojnameya xwebûnê û got: “Li vir rista rojnameya Xwebûnê jî pir girîng e. Rojnameya Xwebûnê ku çavkaniya xwe ji Azadiya Welat û rojnameya Welat digire, wek dibistan û zanîngeheke zimanê kurdî ye. Ji ber vê yekê divê her xwendevaneke/î Xwebûnê, ji bo pêşketin û berbelavbûna wê xwe berpirsyar bibîne û peywirên xwe bîne cih; her wiha xwe wek têkoşer, parêzvan, mamoste û şoreşgereke/î zimanê kurdî bibîne, zimanê kurdî biparêze.”
