Heqê me hindik be jî divê em behsa xisleta jêhatî ya şoreşgerî ya rabîrdûya têkoşîna rizgariyê ya neteweya kurd bikin. Em ê ji temenpiçûkên welatê me re qala sedemên derketin û dengvedana vê dîroka legengiyê bikin. Ji şer hetanî lêhengiyên wê û birêvebirina kar û xebatên 47 salên Tevgera Azadiyê ji rûpelên berxwedana wê fêr bibin. Ji kêmasî û şaşiyên dîroka têkoşîna rizgariya neteweyî tecrûbeyan derbixin. Di wateya hebûn, rizgarî û vejînê de ji her rûpelek dîroka vê destanê û kaniya wê avê werbigirin. Bi lêgerîna pêşdîtina serdema borî, ji nifşan re ahenga têkiliya ruhê biryara gava yekemîn a avakirina têkoşînê vebêjin.
Di serdema şerê rizgariyê yê neteweyî de jin bi tevahî hêza xwe beşdarî nav refên têkoşîna azadiyê bûn. Di pêşengiya wan de, xwerêvebirin bû mînaka îlhamê ya afirîneriya jiyanê. Hatina jinan a nav refên şoreşê û meşa wan a azadiyê, di derfetên gelekî zor û zehmet de pêk hat. Ref bi ref, ew rêyên dirêj ên ber bi şoreşê ve digirtin. Ji fermandariyê hetanî birêvebirina şerê çekdarî li seranserî çar hêlên Kurdistanê, jinan li hember mêtingeriyê rolên girîng listîn. Hem parastina xwe û hem jî ya xaka xwe bi cih anîn. Bi ruhê erka welatparêziyê, beşdarî têkoşîna şerê çekdarî ya şoreşa Kurdistanê bûn.
Jinên kurd, di dîroka têkoşînê ya şerê rizgariya neteweyî de xwe îsbat kirin ku ew dikare erka pêşengiyê ya avakirina şoreşa Kurdistanê pêk bîne. Di rastiya dîroka Kurdistanê de, vê pêşketinê bi xwe re şoreşa civakî/zihnî çêkir. Jinên têkoşer, li hemû eniyên şoreşê berpirsyariyên dîrokî û erkên xwe yên şoreşgerî di her astê de bi cih anîn. Barên giran ên xebatên şoreşê li milê xwe girtin. Barê şoreşê barekî giran e. Jê re, îrade divê. Mejiyê şoreşa Kurdistanê yê avakirina hêza civaka demokratîk, bi bîreweriya meşandina xebatên xweser a rêxistinî bi pêş de çû. Di hêla pêşvebirin û pratîzekirina hişmendiya neteweya demokratîk de, biryarên ku jinan girtine ji bo veguhertina civaka mêran bandoreke erênî kir…
Ji bo ku em bi ewayekî rast li vê mîrateyê xwedî derkevin, di pêvajoya diyalogê de lêgerîn û hewldanên jinan ên xwebirêxistinkirinê, bi ravekirina rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê ve girêdayî girîngiya wê tê dîtin. Hin xalên bingehîn mijara nûjenkirina şêwaza birêvebirinê ne, ku ji nû ve bên nirxandin. Di şert û mercên Tirkiyeyê de, lihevkirina bi rastiya civakê û hemû pêkhateyan re, ji bo bihevrejiyanê gelek mihîm e. Ji ber vê yekê divê jin di pergala gotûbêjkirina rêya çareseriyê de bi rolên sereke yên lihevkirinê de cihê xwe bi ewayê girseyî bigire. Bi analîzkirina pergala şer ya serdema rizgariya neteweyî, ew ê asoya me fireh bike ku pêdiviya xwe ya nûkirin û avakirinê bibîne. Bêşik ev divê yek ji beşên esasî yên rêxistinkirina civakê be.
Girêdayî vê rastiyê, analîzkirina jinûve ya rewşa siyasî û civakî ya niha, girîngiya vê pêvajoyê û rêya çareseriyê radixê ber çavan. Ji xweziyan wêdetir, ji bo vê yekê perspektîfeke dîrokî hewce ye ku jin rewşa heyî, ji nû ve bidin ver xwe. Li ser vê bingehê helbet em ê roleke dîrokî di konaxa 2yemîn a pêvajoya diyalogê de werbigirin. Di vê pêvajoyê de rêbaza bingehîn, bêguman xwejinûvebirêxistinkirin e. Ev karê esasî yê dema bê ye. Divê li pêşiya her ferdekî civakê, plansaziya xebatê ya aştiyê bê neqişandin. Xebata aştiyê, jixwe karekî zehet e. Pêdivî ew e ku em ji nakokiyên civakê re nexasim jî ji nakokiyên jinan re bibin bersiv ku tevahî jin biherikin nav xebatên xwebirêxistinkirinê. Divê jin, weke diyardeya ku aştiyê xurt dike bên dîtin. Ji lewra, bê jin aştî, ew ê şaştiyê bîne! Bi vê boneyê divê em pirsgirêkên civakê ne bi hişmendiyeke hilweşîner, lê bi perspektîfeke diyalektîk ya guhertinê tevbigerin û jê re çareserî bibînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nirxandineke xwe de civakê wiha pênase dike: “Civak ne avaniyeke çînî ya ji yek tebeqeyê ye, civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayendê ye, dîrokê ye ku ji gelek tebeqeyan ava bûye. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê derketina şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinan re pergala serdestiyê ava bûye.”
Di vê çarçoveyê de, heke ji têkoşîna ku tê xwestin encamek baş dernekeve, divê nexwe em teqez di şêwaza têkoşîna xwe de nûjenkirinê esas bigirin. Her çend di rêvebirina diyarkirina çarenûsê de zehmetiyên xwe hebin jî, di wergirtina biryaran de divê girîngî bi hatinacemhev were dîtin. Bi girêdana mafê çarenûsê yê xwerêvebirinê de, berpirsyariyên jinan gelek in. Em dizanin ku îro dem dema li ser esasê meşa ber bi rizgariya demokratîk ve, mezinkirina têkoşînê ye. Pêkanîna vê zêdetir dikeve ser milê me jinan. Ji wê boneyê dem dema xîretê ye. Di vê rêyê de li şûna desthilatdariyê, ew ê rêveberiya civaka demokratîk bi pêşengiya jinan bigihîje serkeftinê. Bi vê hişmendiyê Tevgera Azadiyê ya jinên kurd, xwe gihandiye nûjenbûna îdeolojîk ya paradîgmaya civakî ya gelparêziya azadiyê. Ji lewma jin îro, weke dînamîzma herî mezin a têkoşînê ye. Di feraseta Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de, jin dînamîka bingehîn a hêza veguhertinê ye. Gelo ma hewce ye ku em kûrahiya dîroka vê têkoşînê ji serî heta binî vebêjin? Lê bi baweriya min ew ê ne lazim be ku em dakevin hûrguliyên her çiqilek ji dîroka wê. Mimkun e dibe ku hinek bixwazin ji bo bicihkirina vê rastiyê, rûpelên dîroka vê mîrateya mezin vekolin. Bi parastin û hevsengiya têkiliyên demokratîk a navbera jin û mêran de ev dikare bi pêşdîtinên nûjenkirina hişmendiyê pêk were. Di sazûmankirina rewakirina xebatên aştiyê de, rêber/sergovendiya nûnertiyê di destê jinan de ye…
Gelek mijar hene ku jin ji bo xwe bikin hinceta têkoşîna azadiyê. Divê jin, têkoşîneke bi pergalî bide meşandin ku encamên baştir werbigire. Helbet zehmet e ku mirov bi normên takekesî, li dijî rejîmên zordest ên totalîter ên cîhanê bi tena serê xwe bikaribe bi ser bixîne. Jixwe li dinyayê pêla rejîmên rastgir ên totalîter belav dibe! Bi xurtbûna van rejîman re, li seranserî cîhanê xeteriya li ser jiyana jinan, zêde bûye. Li hemberî polîtîkayên rejîmên rastgir, totalîter pêdivî bi hevgirtinek hîn xurtir ya tevgerên jinan heye. Her wiha li Rojhilata Navîn ku zor û zehmetiyên wê hene, beşdarbûna jinan a nav siyasetê û lêgerînên ji bo têkoşîna azadiyê bi tena serê xwe şoreşek e. Belê tevî hemû zehmetiyên pêvajoyê jî, jinên têkoşer beriya her tiştî di zanebûna rolên xwe de di tevgera pêvajoya çareseriyê de bi xurtî beşdarî xebatê dibin. Bi vê re tevlîbûna tevahî jinên Tirkiyeyê hedef e, bi hewldanên wisa girîng pêvajo dikare veguhere pêngava aştiyek civakî. Jinên kurd, ji vê qonaxa nazik a aştiyê re, pêşengiyê dikin…
