Li Herêma Kurdistanê di encama lehiya hefteyek berê rabûyî gelek mal di bin avê de mabûn û welatiyan ziyanek mezin dîtibûn. Heyva Sora Kurdistanê bi armanca alîkariya welatiyên ziyan ji lehiyê dîtîn alîkarî kom kir. Alîkariyên gihiştin Navçeya Çemçemal û deverên din ji hêla tîmên Heyva Sor ve li welatiyên zirar dîtîn hate belavkirin. Alîkariyên ji pêwistiyên mirovîn ên sobe, betenî, nivîn û lazimiyên rojane pêk dihat radestî welatiyan hatin kirin.
Alîkarî dê bidomin
Rayedarên Heyva Sor a Rojavayê Kurdistanê anîn ziman ku zêdetir alîkarî kom kirine û piştî destûrên fermî dê derbasî Başûr bikin. Rayedaran got ku gelek welatiyan ziyan ji lehiyê dîtiye û pêwistî bi zêdetirîn alîkariyê heye. Her wiha bang li welatiyan hate kirin ku piştgirî bidin Heyva Sor da ku bikaribe zêdetir alîkariyê bigihîne lehîzedeyan.
