Çend meh berê li Wanê lêgerîneke mûzîkjenan hebû ku di bin sîwanekê de bên gel. Ji aliyekî ve pêvajoyekê dest pê kir û deriyê çand û hunerê ango ew rola wê ya ku xeleka aştî û azadiyê firehtir dikir, derkete holê. Di encama axaftin û hevdîtinên hunermendên li cih û mekanên cuda de, biryara hevpar a ku divê hunermendên herêma Serhedê, bên gel hev û orkestrayeke bajêr bê avakirin, hat dayîn.
Ji bo destpêkê 60-70 mûzîkjenên li Wanê bi armanca ku mûzîkeke kolektîf ava bikin, hatin gel hev û wek gava yekemîn hemûyan bi hev re biryar da ku kampeke mûzîkê bê lidarxistin. Di navbera 27-28 tîrmehê de bi atolyeyên mîna dîroka mûzîka kurdî, jinên kurd û dengbêjî yên wek Zeynep Yaş Genim ( Koma Çiya) û Serdar Canan û hwd li kêleka gola Wanê, me kampa xwe çêkir û li wir bi navê ‘Platforma Mûzîkê ya Bajêr a Wanê’ damezrand. Ewilî em bi 60-70 mûzîkjenên li bajêr çûn kampê û di encama 2 rojan de hejmara endamên platformê bû 97 kes. Ev hejmar dihat wateya ku ji mûzîkjenên kolanên Wanê heta, yên dawetan, yên li kafeyan û her wiha yên li sazî û dezgehan û yên di komên zanîngeha Wanê de her yek ji wan rêya wan derkete vê platformê. Ew roj ev roj e, bi gelek kar û xebatên wek atolyeyên li ser hûrgiliyên mûzîkê kurdî û her wiha li ser mûzîka dinyayê, kar û xebatên rengîn hatin kirin.
Komên kolektîf hatin avakirin
Herî dawiyê yek ji xebatên platforma bajêr jî mihrîcana mûzîkê bû ku ji 10 kanûnê heta 14ê wê berdewam kir. Ji bo mihrîcan yekemîn a platformê ji nav mûzîkjenên platformê komên mûzîkê yên cur bi cur hatin gel hev û kom hatin avakirin. Yek ji taybetmendiya van koman ew bû ku ji tevahiya hunermendên platformê muzîkjenên ku heta wê demê di komek an jî di bernameyekê de nehatî gel hevdu, li ser dikê bi navê komên cuda stranên xwe gotin. Wek koma Siya Roj, Koma Zeng, Dîwana Jinan, Komkurd û hwd.
Peyama ji bo Rojîn Kabaîş
Bi taybetî di roja yekemîn a mihrîcanê de koma bi navê Dîwana Jinan ku ji stranbêjê wê heta her amûrjeneke wê jin bû, derkete ser dike. Dîwana Jinan tevahiya xebat û stranên xwe diyarî xwendakara zanîngehê Rojîn Kabaîşa kir ku salek berê li Wanê bi awayekî biguman wenda bû û piştre bedena wê li keviyê gola Wanê hat dîtin. Plaketa vê komê jî wê ji aliyê malbata Rojînê ve bihata dayîn lê ji ber ku malbat di dîroka mihrîcanê de ne guncav bû, ji aliyê yek ji parêzer û berdevka Komeleya Jinan a Starê Zeynep Demîrê ve hat dayîn. Tenê di roja yekemîn a mihrîcanê de na, hema bêje 10 komên platformê jî bal kişand ser bûyera Rojînê û daxwaza xwe ya divê bi awayekî lez bûyer bê ronîkirin û kujerên wê bên cezakirinê, anîn ziman.
Yek ji xeleka mihrîcana platforma bajêr jî ew bû ku bi şîara ‘Mûzîk Azad Dike, Aştî Mezintir Dibe’ bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Jixwe platform bixwe jî li ser wê bingehê hat avakirin ku di atmosfera aştiyê de hunermendên li Wan û Serhedê rola xwe bînin cih. Her hunermendê di komê de li ser dikê peyamên mîna ‘Bila êdî li ser vê axê aştiyeke mayinde bê avakirin û dayikên me rondikan nerijînin, em naxwazin êdî stranên li ser êşa dayikên me bistrên’ dan.
Mihrîcana li nav gel
Yek ji xalên ku bala mirov dikişandin jî cihê lidarxistina mihrîcanê bû. Navenda Çanda Berîvan a li Bostanîçiyê ya ku li taxeke ji navenda Wanê dûr bû. Gelek konser, şahî û tevahiya kar û barên çand û hunerî bi gelemperî li cihên navendî yên bajêr dibin û kesên li taxan ji van bername û şahiyên bi vî rengî kêm diman. Bi vê armancê platformê biryara xwe ya ku hê zêdetir mûzîka gel bila nêzî gel be, da û jixwe di 5 rojên mihrîcanê de jî ji taxê jin, ciwan, zarok û dayik bi eleqeyeke mezin tev li vê şahiyê bûn.
Kar û xebatên li dijî asîmîlasyonê
Platforma Mûzîkê ya Bajêr a Wanê yek ji xalên wê yên bingehîn jî tevger û berxwedana li hember asîmîlasyona bêeman bû ku çawa li ser her şaneya civakê hat/tê mêşandin, bi heman awayî li ser stranên kurdî jî didome. Ji ber wê jî hem komên di çerçoveya mihrîcanê de hatî avakirin hem jî tevahiya atolyeyên xwe de hewl dide kar û xebatên xwe bi zimanê xwe bimeşîne.
Bi kurt û kurmancî, di platformê de li ser bingeh û hêmaya aştî, azadî, keda jinan, ekolojî û li ser mûzîka bi zimanê dayikê, tevdigere û li gor vê ferasetê kar û xebatên xwe yên kolektîf dimeşîne.
