Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Eywana Dawet û Civînan a Erenoglûyê bi tevlibûna Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha Îmraliyê tehliye bibû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê civîna Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist. Di eywanê de pankarteke mezin ya li ser wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû, hat daliqandin. Milet eleqeyeke mezin nîşanî civînê da û di eywanê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” olan da. Hevşaredarên navend û navçeyên Wanê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li civînê bûn.
Di civînê de, di şexsê Berfîn Nûrhaq û Sema Roza de ji bo hemû cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.
Civîn, ji bo cangoriyên şoreşê bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir. Gulistan Sonuk got: “Ji aliyê Rêber Apo ve ev saleke pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ji destpêka pêvajoyê heta niha nêzî hezar civîn hatine kirin. Ji bo pêvajo bê fêmkirin, Rêber Apo manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ji me re şand. Em li gorî vê manîfestoyê xwe birêxistin dikin. Aştî di navbera aliyên ku şer dikin de tê kirin û ji bo ev pêvajo serbikeve divê civaka demokratîk bê avakirin. Heke em xwe demokratîk bikin û xwe birêxistin bikin tu kes nikare bi me. Serokatî hemû barê aştiyê daye ser milên xwe.”
‘Divê em malbatên xwe bikin komun’
Bi domdarî Gulistan Sonuk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiya komun û meclisan tîne ziman û got: “Rêber Apo pirsgirêkê ji dîrokê digire dest û ji bo çareseriyê jî li ser vê esasê tevdigere. Rêber Apo dibêje ku heta azadiya jinan pêk neyê azadiya civakê jî pêk nayê. Nakokiya di navbera jin û mêr de neyê sererastkirin, dê hemû keda me bikeve xizmeta pergalê. Em çiqasî xurt li vê pêvajoyê xwedî derbikevin em ê ewqas nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî bibin. Divê em hemû erka xwe pêk bînin û bixebitin. Em li qehweyekê, malekê hwd. ki ku derê bin bila bin, divê mijara me pêvajo be. Niha em zêdetir nêzî azadiya xwe û statuya xwe ne. Ji ber ku dewlet bi awayekî fermî gavan diavêje û divê em jî xwe birêxistin bikin. Divê em hemû malbatên xwe bikin komunek û van komunan bikin xizmeta civakê.”
Gulistan Sonuk gel hemû vexwend mitînga 4ê çileyê ya dê li Amedê bê kirin û axaftina xwe bi dawî kir.
