Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19ê kanûna 2024an de dema bûyerên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla SÎHAyên dewleta tirk ve hatin kuştin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê ji bo bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19ê kanûnê de bernameya bîranînê li dar bixin.
Bîranîn dê bi dirûşma “Li ser şopa Cîhan û Nazim” were lidarxistin.
