18 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dest guherî, lê siyaseta Şamê neguherî

Dîplomat Nûrşan Hisên diyar kir ku di saleke HTŞê de siyaseta Şamê nehatiye guhertin û got: “Dest guherî, lê siyaset neguherî. Hêzên tifaqa gelan naxwazin hene. Dixwazin gelan bi hev bidin şerkirin. Lê gel baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser tîne.”

Salek berê, 8ê kanûnê, HTŞ ket Şamê û li ser textê rejîma Esad rûnişt. HTŞê bi hevkariya hêzên derve dawî li rejîma Esad a 51 salî anî û hikûmeta demkî ava kir. Her çend îdia kir ku dê ji bo hemû gelên Sûriyeyê aramî û edaletê bîne jî di serweriya HTŞê de di salek borî de 8 hezar û 500 mirov hatin kuştin. Bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koç bûn û bi hezaran mirov hatin revandin. 10ê adara 2025an, HSD û HTŞê ji bo Sûriyeyeke demokratîk peymana tifaqê îmze kir. Lê HTŞ şertên peymanê binpê dike û bi cih nayne.

Hevseroka Meclisa Dîplomasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşan Hisên têkildarî feraseta HTŞê ya li ser herêmê û saleke HTŞê nirxand. Hevserok Nûrşan Hisên ewil bal kişand ser rewşa Şamê ya beriya HTŞê û got: “Beriya ku HTŞ li Şamê bê ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, siyaseta înkarkirina gelê kurd û rengên din hebû. Li ser gelê kurd bi temamî polîtîkaya înkarê hebû. Hem di serdema Hafiz Esad û hem jî di serdema Beşar Esad de nêzî 50 salan polîtîkaya înkarê hat meşandin.”

‘Êzidî wekî misilman dihatin dîtin’

Nûrşan Hisên bal kişand ser dema rejîma Esad û got: “Siyaseta li dijî hebûna kurdan hat meşandin. Nasnameya kurdan û baweriyên din înkar dikirin. Ola êzidî wekî misilman, kurd jî wekî ereb dihatin dîtin. Siyaseta qirkirina çandî dihat meşandin. Rejîma Esad di polîtîkayên şovenîst de israr kir.”

‘Êşa berê li qada HTŞê didome’

Nûrşan Hisên bal kişand ser saleke HTŞê û wiha axivî. “Hikûmeta demkî salek e rengînî û zengîniya baweriyan û pêkhateyan nabîne. Dîsa dixwaze bi siyaseta berê bi rê ve bibe. Ji bo rêveberiyeke demokratîk em di nav hewldanên diyalogê de ne. Salek e di siyasetê de guhertin tune ye. Herêma HTŞê herêmeke kompleks e. Li hin cihan hîn artêşa Sûriyeyê nebûye yek. Gelek pirsgirêkên artêşa Sûriyeyê hene. Gelek kom û komikên girêdayî dewleta tirk û girêdayî hêzên cîhanê hene. Di vê salê de gelek komkujî pêk hatin. Li herêma Beravê li herêmên din nêzî 2 hezar mirovên elewî, jin û zarok hatin kuştin. Li herêma Siwêdayê nêzî hezar mirovên sivîl hatin kuştin. Bajarê Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, El Bab hîn di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Bi sed hezaran mirovên Efrîn, Serêkaniyê di bin çadiran de dijîn û nikarin vegerin malên xwe û ser axa xwe. Hîn dewheta tirk li Efrînê mufredata perwerdehiya tirk li dibistanan dide xwendin. Efrînê wekî bajarê Tirkiyeyê dibînin. Dest datînin ser mal û milkê welatiyan. Ev kiryarên li ser herêmê bi awayekî plankirî tên meşandin. Salek e êşa berê dubare dibe.”

‘Rêveberiya Xweser li pey peymana 10ê adarê ye’

Nûrşan Hisên li ser hewldanên dîplomasiyê û peymana 10ê adarê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ji bo Sûriyeyeke demokratîk û aram, hewldanên me yên ji peymana 10ê adarê didomin. Rêveberiya Xweser ji bo komkujî bi dawî bibin û hemû pêkhate di nav aştî, aramî û demokrasiyê de bijîn her tim di nav hewldanan de ye. Gelek hevdîtin pêk hatin, gelek tifaq pêk hatin. Lê ev peymana tifaqan bi zanebûn nehatiye îmzekirin. Heta astekê tifaq heye. Ji bo entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a Artêşa Sûriyê hewldan hene. Ji bo HSD bi fermandarî û cewherê xwe derbasî Artêşa Sûriyeyê bibe heye. Ev hewldan ji aliyê hikûmeta demkî ve heta astekê hatiye erêkirin. Niha tê xwestin ku ev tişt bi destûra bingehîn û îmzekirineke fermî têkeve pratîkê. Dîsa ji bo dosyayên perwerdehiyê, pergala giştî ya navendîbûnê hilweşe û pergala nenavendîbûnê bê qebûlkirin û di destûra bingehîn de bê qebûlkirin. Yek ji xala peymana 10ê adarê xala vegera welatiyên koçber e. Heta vegera ser axê pêk neyê demografiya hatiye xerakirin rast nebe aştiyek mayinde pêk nayê. Peymana 10ê adarê armanc dike ku hemû koçber vegerin warên xwe.”

‘Enqere polîtîkayên xwe li Şamê ferz dike’

Her wiha Nûrşîn Hisênê li ser têkiliya komên çekdar ên li Efrînê û dewleta tirk diyar kir ku biryarên wan koman ji aliyê dewleta tirk ve tên dayîn û wiha domand: ‘’Enqere û Şam girêdayî hev in. Enqere polîtîkayên xwe li ser Şamê ferz dike. Dema hikûmeta demkî li ser Girê Spî, Efrîn, Serêkaniyê gaveke erênî biavêje, Enqere zextan lê dike. Dema ku zextên wê kêm bibin û di navbera hikûmta demkî û Rêveberiya Xweser de diyalog bi pêş bikevin, ev pirsgirêk dê çareser bibin. 1ê nîsanê ji bo gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peyman hat îmzekirin, lê heta asta dawî pêk nehat.”

Nûrşan Hisên li ser komkujiyên Durzî û elewiyan jî rawestiya û got: “Rojane gefan li ser herêma Rêveberiya Xweser didomin. Di salvegera ketina Esad ji desthilatê de, gelek çalakî hatina. Di van çalakiyan de sloganên binefret li dijî HSDê û Rêveberiya Xweser hatin berzkirin û hêrsa xwe ya li dijî HSDê nîşan dan. Li aliyekî peymana 10ê adarê tê nîqaşkirin, li aliyê din gefan dixwin. Dixwazin dîsa xwîna gelê Sûriyeyê birije. Êrişên li dijî elewî û durziyan jî nîşan didin ku dixwazin li Sûriyeyê dîsa xwîn birije. Hêzên ku dixwazin gel û baweriyan bînin hemberî hev hene. Lê êdî baweriya gel bi parastina cewherî heye.’

Nûrşan Hisên herî dawî li ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo Sûriyeya demokratîk jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Avakirina Sûriyeyeke demokratîk, ne navendî, barê me ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bi hezaran şehîd dan. Ne ji berdêlên giran bûya niha DAIŞ li Şamê rûniştîbû. Di parastina tevahiya Sûriyeyê de HSD, YPJ û YPG aktorên sereke bûn. Em peymana 10ê adarê wekî destpêka avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî dibînin. Em destpêka avakirina Sûriyeyeke demokratîk li ser esasê entegrasyona demokratîk dibînin. Em hewl didin ku her du alî hev bi reng û nasnameya xwe qebûl bikin. Çawa ku em hikûmeta Şamê qebûl dikin, divê hikûmeta Şamê jî bi awayekî fermî me qebûl bike. Divê rêveberiya cewherî û xweser bi awayekî fermî biparêze. Aboriya Sûriyeyê bi awayekî bi edalet bê parvekirin. Pêkhate bi hev re dikarin azad û wekhev bijîn. Azadiya jin, ol û baweriyan û hevjiyana azad li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  gelek li pêş e. Em dixwazin vê pergalê li tevahiya Sûriyeyê bi pêş bixin. Gel li dijî polîtîkayên gel tîne hemberî hev hişyar e. Gel di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de hêviyekê dibîne. Eger peymana 10ê adarê bi awayekî erênî pêk bê, dê Sûriye ji şerekî navxweyî bê parastin. Êdî gel jî li dijî van plan û lîstikan hişyar e û xwe bi rêxistin kiriye.”