19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî bi naskirina îradeya aştiyê pêkan e

Konferansê ev hewcedarî nîşan da ku li Tirkiyeyê pêdivî bi guhertineke mezin a çepgir jî heye. Çepgiriya niha di qalikê xwe de maye û bernameyeke çareseriyê jî pêşniyarî civakê nake.

Di demekê de ku hewl tê dayîn Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî merhaleya duyemîn bibe, li Stenbolê konferanseke girîng pêk hat. Konferansa ku ji aliyê Partiya DEMê ve hate organîzekirin malovaniya gelek kesên navdar ên cîhanê kir. Ji Efrîkaya Başûr heya Îrlandayê, ji Meksîkayê heya Îspanyayê bi dehan akademîsyen, fîlozof, siyasetmedar, parêzer, aktîvîstên aştiyê, xwediyên Xelata Aştî ya Nobelê tevlî konferansê bûn. Her wiha gelek kesên ku nekarîn bi fizîkî tevlî konferansê bibin jî bi rêya teknîkê bi peyamên bidîmen şandin. Peyamên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên nivîskî hatin xwendin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî û sosyalîzma civaka demokratîk. Birêz Abdullah Ocalan ji aliyekî ve bangewazî li rayedarên dewletê kir ku ‘Zagonên Hemwelatîbûna Azad, Zagona Aştî û Civaka Demokratîk, Zagonên Azadiyê’ derxe û pêşiya entegrasyona demokratîk vebike. Ji aliyê din ve jî bangewazî li têkoşerên dijpergalê kir û wiha got: “Divê dîroka bindestan bi perspektîfa komunan a ku pêkhateyeke xweparastinê ye ku ji çînê pêştir e, bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê perspektîfeke dîrokî hewce dike ku êlên destpêkê wekî destpêka komunan dibîne û digihîje çîna ku em îro jê re dibêjin proleterya yan jî digihîje hemû gelên bindest.”

Konferans bi giştî li ser paradîgma û azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dewam kir. Hema bêje hemû axaftvanan girîngiya paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan anî ziman. Fîlozofê marksîst ku ji Meksîkayê beşdarî konferansê bûbû, John Halloway, ev paradîgma wekî ‘şewqeke ku di nav tarîtiyê de dibiriqe’ pênase kir. Tenê ne ji aliyê fikrî, ji aliyê rêxistin û civakî ve jî birêz Abdulah Ocalan wekî alternatîfeke nû derdikeve pêş. Nivîskar û parêzer Orhan Gazî Ertekîn jî girîngiya tevgera kurdî bi hevrûkirina dema niha û ya 1960-1970yî anî ziman. Demên 1960î demên serhildanên ciwanan bû. Slogana sereke jî wiha bû: ‘’Cîhaneke din gengaz e!’’ Piştî hilweşîna sovyetan û belavbûna Yugoslavyayê kelecan û hêviya guhertina pergala heyî bi piranî çilmisî. Jixwe Fukuyama jî ev rewş wekî ‘dawiya dîrokê’ bi nav kir. Lê Ertekîn bi gelek argumanan diyar kir ku tevgera kurdî ev rewş guherandiye. Li gorî wî dînamîzma ku kurdan ava kiriye û veguherandiye guhertineke bipergalî, careke din hêvî û kelecana guhertinê şîn kiriye. Dîroknasê misirî Mohamed Refaat, rewşa kurdan a heyî ji aliyê dîrokî ve nirxand. Ango kurd tenê ne roja me îro, li tevahiya dîrokê bûne xwedî risteke girîng.

Yek ji mêvanên qedirbilind jî Norman Peach bû. Norman Peach, anî ziman ku wî sala 1996an bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û hêj wê demê ferq kiriye ku birêz Abdullah Ocalan dev ji staretejiya têkoşîna çekdarî û avakirina dewletek cuda berdaye. Lê ji ber ku nêzîkatiyeke erênî nehatiye nîşandan, ev guhertin heya roja me hê jî didome. Norman Peach di çareserkirina pirsgirêka kurdî de rola Almanya jî anî ziman. Almanya ji 1993yan ve PKKê wekî rêxistineke terorîst dibîne. Norman Peach diyar kir ku ev biryar divê rabe, ji bo rabe jî ew ê têkoşîneke xurttir bimeşînin.

Akademîsyenê Zanîngeha Xweser a Barselonayê Louîs Lemkow hemû axaftina xwe li ser girîngiya civakbûna aşîtiyê kir. Lemkow gelek xizmên xwe di komkujiya cihûyan de wenda kirine. Tenê li kampa Austcwîtzê 21 kes ji malbata wî hatine qetilkirin. Lê Lemkow rewşa îro ya Îsraîlê nirxand û hewldanên Îsraîlê ‘wekî qetlîam’ bi nav kir. Wî bangewazî kir ku divê mirov li hemberî êrişên Îsraîlê bisekinin. Slogana wî wiha bû: “Divê li ti cihî komkujî pêk neyên.” Ji bo pêşiya komkujiyan were girtin, hewcedarî bi bîreke xurt heye, encax bîreke xurt dikare behsa bûyerên kirêt bike.

Di axaftinan de diyar bû ku çareserkirina pirsgirêkên wekî pirsgirêka kurdî zehmet e. Zehmetiya wê jî ew e ku divê her du alî îradeya aştiyê qebûl bikin. Igor Zulaîka, parlamenterê baskî, anî ziman ku wan pêvajoyeke yekalî daye destpêkirin lê piştre hatiye fêmkirin ku yekalî nameşe. Li Îrlanda û Efrîkaya Başûr jî pirsgirêk bi heman rengî hatiye nirxandin. Hê jî li Îspanyayê pêvajo bi dawî nebûye, hê jî li Îrlandayê pêwîstiyên ‘Peymana Îna Bixêr’ bi cih nehatine. Lê li van deran peymanên aştiyê hene. Jixwe ji cerebeyên deverên cuda yên cîhanê tê fêmkirin ku berî her tiştî hewcedarî bi peymaneke aştiyê heye. Peymana aştiyê divê zemîna muzakereyan û guhertina zagonan bide avakirin. Her tişt bi peymana aşitiyê çareser nabe, lê ji bo destpêkeke nû hewcedariyek e.

Li Tirkiyeyê cara yekemîn konferanseke bi vî rengî pêk hat. Eleqedariya derve zêde bû lê mixabin di nav Tirkiyeyê de ji aliyê desthilat û muxalefetê ve baş nehat şopandin. Tevger û partiyên çepgir jî di nîqaşa li ser sosyalîzmê de xitimîn. Hem beşdarî konferansê nebûn hem jî ji derve ve ji aliyê neyînî ve konferans xistin mijara nîqaşê. Konferansê ev hewcedarî nîşan da ku li Tirkiyeyê pêdivî bi guhertineke mezin a çepgir jî heye. Çepgiriya niha di qalikê xwe de maye û bernameyeke çareseriyê jî pêşniyarî civakê nake. Tenê îro tişta dike ew e, li hemberî ramanên birêz Abdullah Ocalan mixalefetê dike. Lê ew jî êdî hew fêde dike. Nîqaşên naxweyî baş in, lê heke bi bertekî bin encamên neyînî derdikevin holê. Tevger û partiyên sosyalîst heke dixwazin ji têkoşîna gelên bindest re bibin bersiv, hewce ye xwe li gorî demê nûjen bikin.