Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir. Şande, ji hêla Bahçelî û MHPiyan ve li ber derî hat pêşwazîkirin. Piştî wêne û dîmenan, hevdîtin li odeya Meclisê ya Bahçelî ji çapemeniyê re girtî domiya.
Piştî hevdîtinê jî Pervîn Buldan û Bahçelî daxuyanî dan. Pervîn Buldanê got: “Têkildarî hevdîtina 2yê kanûnê ya li Îmraliyê û geşedanên piştre de me birêz Bahçelî agahdar kir. Em li ser qonaxên pêvajoyê axivîn. Hevdîtineke girîng û biqîmet bû. Li gorî me, divê qonaxa nû ya pêvajoyê li ser zemîneke nû were domandin. Em dikarin bibêjin derbasî qonaxa duyemînb ûne. Di vê qonaxê de jî pêdivî bi zemîneke zagonî û hiqûqî heye. Pêwîstî bi zemîneke zagonî heye. Helbet divê zagona aştiyê hebe û dixwazin vê bi taybetî jî bibêjin. Xebatên partiyên siyasî û komîsyonê yên ji vir şûnde dê girîng bin. Me jî nêrînên xwe bi birêz Bahçelî re parve kirin. Me bendewariyên xwe yên têkildarî zagonan jê re parve kir.”
Devlet Bahçelî jî got: “Pervîn xanimê her mijar bi aşkerayî anî ziman. Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina wê.”
