Gerînendetiya Giştî ya AVKAMEDê, xebate xwe ya ji bo pirsgirêkên welatiyan çareser bike didomîne. AVKAMED, bi vê armance îca jî bere xwe da gunde Doluçanaxê. Doluçanax a Malên Komî, bi giredayê Taxa Mollaelî ya Jorîn a navçeya Rêzan e. Li vê taxe 500 welatî dijîn. Le bi salane ava kirej li kolanan Doluçanaxe de diherike. Welatiyen Doluçanaxe ji bo pirsgerekê wan çaraser bibe serî li AVKAMEDê dan.
Serokatiya Daîreya Kanalîzasyona AVKAMEDê jî, bi serdana welatiyan projeyekî da destpekirin. Gorî projeyê bi dirêjahiya 2 hezar û 500 mîtro xeta kanalîzasyonê ya nû hat avakirin û pirsgereka welatiyan bi lezgînî çareser kir.
Midûrê Daîreya Kanalîzasyonê Serhan Can, got armanc çareserkirina pirsgerakên welatiyane û wiha axivî: “Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên avahiya bingehîn ên ku bi salan li gundan kom bûne, kêmkirina rîskên jîngehê û baştirkirina şert û mercên jiyanê, veberhênanên xwe bidomînin. Armanca me ew e ku hemû taxên me bigihîjin avahiya bingehînên domdar û ewle.”
Welatiyê Doluçanaxe Hemît Babat jî diyar kir ku xebata kanalîzasyonê ya ku hatiye kirin, pêdiviyeke girîng a herêmê ye û wiha got: “Em nêzîkî 60 sal in ku li vir dijîn. Gundê me de 500 kes dijin. Demekî dirêj me pirsgirêka avahiya bingehînên dikişand. Me serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û xebatên AVKAMEDê dest pê kirin. Beriya vê xebatê, di havînê de bêhna ava qirêj a ku li derve diherikî, dibû sedema nexweşiyan. Welatî dema dibînin rêveberiyê wan bi pirsgirêkên wan re eleqedar dibe, kêfxweş dibin. Ji bo vê xebata hêja em spasiya xwe hemû tîman dikin.”
Welatiyê din, Kemal Babat jî destnîşan kir ku kêmasiya avahiya bingehîn bi salan bandoreke neyînî li herêmê kiriye û wiha got: “Dema ku baran dibariya rêyên me nekarîn bên bikaranîn. Ava qirêj a ku li derve diherikî, bi taybetî ji bo zarokan rîskeke tenduristiyê çêdikir. Ev xebat tê wateya çareserkirina pirsgirêkeke ku bi salan li taxa me kom bûye. Em kêfxweş in ku xeta kanalîzasyonê bi rêjeyeke mezin hatiye temamkirin.”
