Duh bi şev li devera gundê Kafsenorê ya navçeya Mehserta Mêrdînê wesayîta malbata Fîdan qezaya trafîkê kir. Ferdên malbata Fîdan ku çûbûn serdana Rûkiye Fîdan a ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin, dema vedigeriyan qeza kirin. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Dayika Rûkiye Fîdan, Sûna Fîdan (42), xwişk û birayên wê Gulbahar (18) û Ramazan (17) û mamê wê Mehmet Nûr Fîdan (51) e di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mehsertê. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze ji hêla xizmên wan ve hatin wergirtin û birin gund.
Gelek kes tev li merasîma cenazeyê bûn. Cenaze, piştî wecîbeyên olî li goristana gund hatin definkirin. Hat zanîn ku şîna malbatê dê li gundê Qudê bê danîn.
