Endamên Şandeaya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê bi partiyên siyasî re bicivin. Şande, bi Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan re saet di 11.00an de li Navenda Giştî ya DEVAyê civiya.
Piştre, Şandeyê ji bo hevdîtina bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbasî Meclisê bû. Şande dê saet 14.00an de bi Bahçelî re bicive.
