12 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirs’ û zimanê dayika min

Herdem Merwanî

Gava min dest bi xwendina vê berhemê kir, ew bû perçeyek ji jiyana min, di navbera min û rûpelan de meraq û kelecanek wisa çêbû ku min nexwest qet navberê bidim xwendinê. Mixabin hin berhem hene ku ez xwe di nav hevokên wan de nabînim; ne dayika min, ne zaroktiya min, ne gundê min, ne bajarê min, ne jan û ne jî bextewariyên min tê de hene

 Fûara pirtûkan a Amedê, bi neh rojên xwe yên tijî, bû mizgîniyek ji bo dilê pirtûkhezan. Di vê fuarê de, pirtûkxaneya min bi gelek berhemên nû yên kurdî, wekî roman, helbest û çîrokan, dewlemendtir bû. Hin pirtûk bi ziman û ruhê xwe yê zindî, dil û hişê min têr dikin; ew dibin sedem ku ez zêdetir bixwînim, carcaran wan dubare vekim û li nav rûpelên wan bigerim. Lê mixabin, hin pirtûk jî hene ku bi ziman û naveroka xwe, wekî kevirekî giran, li ser dilê min dikevin û hewesa min a xwendinê dişikînin.

Gava ez hewl didim pirtûkên wisa bixwînim, xwendin li min giran dibe. Hevok û gotinên wan, wekî ku bi zorê li ser kaxiz hatibin danîn, dilê min diêşînin. Rûpel di nav destên min de dibin bar û pirtûk bi mehan di nav lepên min de dimîne, bêyî ku biqede. Erê, nivîskar kurd e, ziman kurdî ye; lê tiştên ku têne qalkirin, jiyanek biyanî ye. Di nav wan hevokan de ez xwe nabînim; ne dayika min, ne zaroktiya min, ne gundê min, ne bajarê min, ne jan û ne jî bextewariyên min tê de hene. Ez dibim biyaniyê pirtûkê û ev yek rê li ber xwendina pirtûkên din jî digire.

Ev sekin û hişmendiya hin nivîskaran, astengiyekê di navbera me û pirtûkan de çêdike. Ji ber vê yekê, piştî fûara pirtûkan a Amedê, min biryar da ku divê ez pirtûkekê hilbijêrim ku ruhê min bi xwendinê re li hev bike, kelecan û germahiya navbera min û pirtûkan geş bihêle. Min xwest berhemek wisa bixwînim ku tîna min a ji xwendinê bişikê, dilê min bi zimanê dayika min ve girê bide. Wisa bû ku min biryara xwe da: Pirtûka yekemîn a ku min hilbijart, romana “TIRS” a Roger Sozdar bû ku nû li weşanên Bêjingê hatibû çapkirin.

Piştî vê biryarê, di dilê min de tirs û gumanek biçûk çêbû. Heger ev pirtûk jî bi zimanê kurmancî be, lê hişmendiya wê biyanî be? Wê demê, dibe ku ev pirtûk jî bi mehan di destên min de bimîne, ez û rûpelên wê bi hev re şer bikin û dora xwendina pirtûkên din neyê. Lê wekî ku dilê min hêvî dikir, ev tirs bêbingeh bû. Romana “TIRS” ji bo min bû cihê kêfxweşî û hezkirinê.

Gava min pirtûk hilda destê xwe û dest bi xwendinê kir, wê demê pirtûk bû parçeyek ji jiyana min. Di navbera min û rûpelan de meraq û kelecanek wisa çêbû ku min nexwest qet navberê bidim xwendinê. Zimanê pirtûkê, zimanê dayika min bû; erdnîgariya min, çanda min, bîranînên min tê de bûn. Roger Sozdar bi zimanekî zelal, xwezayî û kurdewar romaneke wisa nivîsandibû ku her gotin, her hevok wekî zêr di dilê min de dibiriqî. Gotinên wî, wekî avê diherikîn, bêyî ku min aciz bike yan biyanî bimînim. Zimanê wî, zimanê ku min ji dayika xwe hîn bûbûm, bû pirek di navbera min û çanda min de.

Romana “TIRS” ne tenê qala çîrokekê dike, qala jiyana me, bajar û gundên me jî dike. Lehengên romanê ne bi hişmendiyeke biyanî hatine afirandin, lê bi ruhê kurdî, bi têgihiştina me hatine hûnandin. Sozdar qala wê tirsê dike ku em gelek caran bûne şahidê wê: tirsa ku me di kêliyên dijwar de, li ser rûyê nas û dostên xwe dîtî ye; tirsa ku di êrîşên ser malan, li ber deriyê dadgehan, di qereqolan û di hucreyên îşkencexaneyan de bûye parçeyek ji jiyana me. Ev tirs, bi qasî berxwedana me, rastiyeke jiyana me ya mezin e. Lê mixabin, ev aliyên jiyana me di wêjeya kurdî de kêm hatine nivîsandin.

Roger Sozdar, bi sekin û hişmendiyeke xas a kurdî, ev rastî bi awayekî wisa zindî kiriye ku xwîner xwe di nav bûyeran de hîs dike. Di sê rojan de min pirtûk xilas kir, lê gava xelas bû, min got: “Xwezî ev pirtûk qet xelas nebûya!” Hişê min hê li ser wan bûyeran bû, ez hê di wan kolanan de, di wê tarîtiya tirsê de bûm. Bandora pirtûkê çend rojan li ser min ma û ev yek ji bo min bû delîlek ku romana “TIRS”ê ne tenê pirtûkek e, lê serpêhatiyek e ku dil û ruhê xwîner digire.

Bi vê romanê, Roger Sozdar hêviyeke mezin da min. Êdî ez bi romana kurdî bawer im. Ez bawer im ku nivîskarên wekî Sozdar, yên ku xwediyê û şahidên bûyerê ne, dikarin bi zimanê dayika min tirs, berxwedan, henek û sohbetên me bi awayekî kurdewar binivîsin. Di romanê de, her tişt bi çanda me, bi zimanê me hatiye hûnandin û ev yek “TIRS”ê dike berhemek bêhempa.

Ez zêde naxwazim pesnê nivîskarê me bidim, çimkî “TIRS” bi xwe pesnê xwe dide. Ev romanek e ku divê di pirtûkxaneya her maleke kurd de hebe, divê were xwendin û bi dilê çavên xwîneran bê dîtin. Ji ber vê yekê, min zêde qala naveroka pirtûkê nekir; dixwazim hûn bixwe bi dest bixin, bixwînin û wê demê hûn ê maf bidin min.

Roger Sozdar kî ye?

Roger Sozdar, sala 1985’an, li gundê Têco yê navçeya Qereyaziyê ya Erziromê ji dayik bûye. Di salên zanîngehê de dest bi xebatên çandî û hunerî kiriye, bi taybetî bi şanoyê re mijûl bûye. Di heman demê de, çîrokên wî di kovara xwendekarên zanîngehê ya bi navê Rozayê de hatine weşandin. Sala 2021ê, pirtûka wî ya yekemîn a bi navê Tazî derketiye pêşberî xwîneran. Di heman salê de, di Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî de xelata duyemîn wergirtiye. Gelek çîrokên wî di sepana Dengêpirtûkan de hatine weşandin. Sala 2023yan, pirtûka wî ya duyemîn a bi navê Rêzan û Çolo ku ji çîrokan pêk tê, hatiye çapkirin. Bi romana TIRSê, Sozdar careke din îsbat kiriye ku ew yek ji nivîskarên ciwan ên kurdî ye ku bi ziman û ruhê xwe yê kurdewar, dikare berhemên bêhempa biafirîne.