Platforma Muzik ya Bajêr a Wanê, bi şîara ‘Muzîk Azad Dike, Aştî Mezin Dibe’ 1emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê li dar dixe. Roja duyemîn a mîhrîcanê ku li Navenda Çandê ya Bêrîvanê tê lidarxistin, bi konserên Koma Sîya Roj û Koma Zeng berdewam kir. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê dan û bi stranên Kurdî demeke xweş derbas kirin. Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Tahîr Şapkaci, hevşaredarên Artemêtan Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî û gelek welatî tev li mîhrîcanê bûn.
‘Ji bo Rojîn edalet’
Di roja duyemîn de Koma Siya Roj û Koma Zeng ku her du kom jî nû ava bûne, derketin pêşberî guhdaran. Ewilî Koma Siya Roj derket ser dikê û bi stranên xwe guhdar kêfxweş kir. Endamên Koma Siya Roj Rojîn Kabaîş bi bîr anîn û bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Piştî performansa wan Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Ûzûnay û Tahîr Şapkaci plaket dan endamên komê.
‘Em jî parçeyekî vê pêvajoyê ne’
Dûre Koma Zeng derket ser dikê û bi stranên rock û blusê yên bi zimanê Kurdî eywan coşand. Endamên Koma Zeng jî bal kişandin ser pêvajoyê û diyar kirin ku êdî bila xwîn li ser vê erdnîgariyê neyê rijandin. Komê anî ziman ku ew jî parçeyekî vê pêvajoyê ne û piştgirî dan pêvajoyê. Dûre Hevşaredarên Artemêtan Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî plaket dan endamên komê.
Hevşaredar Cemîl Komî jî behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û diyar kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajoye daye destpêkirin. Cemîl Komî bi bîr xist ku divê her Kurdek ji bo aştiyê erka xwe pêk bîne û ji bo mîhrîcanê jî spasiya kesên ked dayî kir.
Piştî dayîna plaketê roja duyemîn a mîhrîcanê bi dawî bû.
Sibê jî dê KomKurd di saet 18.00an de, Koma Siyabo jî di saet 19.00an de konseran bidin.
