12 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MHPê rapora der barê pêvajoyê da Meclisê

MHPê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê ku ji 120 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Seroktiya Meclisê kir.

MHP ku di nava Komîsyona Meclisê de xebatên xwe didomîne, di çarçoveya vê xebatên pêvajoyê de raporeke ji 120 rûpelan pêk tê amade kir û pêşkêşî Seroktiya Meclisê kir. Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê û endamê Komîsyona Meclisê Fetî Yildiz, di 4ê kanûnê de serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû. Fetî Yildiz, li Meclisê ji rojnamegeran re axivî.

Fetî Yildiz, têkildarî raporê ev tişt got: “120 rûpel e, gelek jê nirxandinên siyasî ne û di dawiyê de gavên hiqûqî yên ku dê bên avêtin cîh digirin. Ev yek girêdayî çekdanîna rêxistinê, teslîmkirina çekan û tespîta ji aliyê hêzên ewlehiyê ve girêdayî ne.”

Fetî Yildiz, wiha domand: “Rewşa endamên rêxistinê, wekî berê jî hatiye daxuyandin li gorî xala 221an a TCKê ye. Ên tev li sûc nebûne ger teslîm bibin dê ceza nexwin, ev nayê wateya ku dê beraet bikin. Dê serbestiya bikontrol jî hebe.

Li ser raporê em ê bicivin û em ê li ser fikrek hevpar li hev bikin. Dibe ku rapora her kesî neşibe hev. Verastkirina me cuda ye. Em ê rapora xwe bi ya partiyên di komîsyonê de bikin yek. Bi hemû partiyên li komîsyonê re em ê raporê tekez hevpar bikin. Em ê sûdê ji CHP, AK Partî, DEM û partiyên komên wan nîn e, werbigirin. Rapora hevpar dê bê amadekirin, lêbelê weke min got ji bo verastkirina qanûnî divê rêxistin bi hemû saziyên xwe, PYD jî di nav de belav bibe û ev yek ji aliyê organên erkdar ên dewletê ve bê ragihandin. Kî ne ev? MÎT, TSK ye. Piştî ku van yekîneyan ragihandin, amadekirina qanûnê hêsan e.

Veraskirina înfazê helbet dê bê bicîkirin. Daxistina cezayê wek efûyê fêm nekin. Jixwe divê em qanûna înfazê ji nû ve verastbikin. Bûye mîna buxçika pînekirî. Divê qanûna înfazê, destûra bingehîn, qanûna partiyên siyasî ji nû ve bê nivîsandin.”

Fetî Yildiz, têkildarî pirsa “mafê hêviyê heye?” jî got: “Hûn ê bibînin.”