12 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên durzî êrişên sûcên leşkerên vegotin

Jinên durzî yên di dema êrişên tîrmehê de bi êrişên tecawîza komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê re rû bi rû man, li Neteweyên Yekbûyî hatin guhdarkirin.

Sûcên li dijî mirovahiyê yên hêz û komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê di rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Enstîtûya Perwerde û Lêkolînê ya NYyê (UNITAR) der barê mexdûrên êrişên zayendî yên Sûwedayê de daneyên girîng kom kirin. Di kombûna bi armanca nirxandina sûcên li dijî mirovahiyên leşker û komên girêdayî Şamê pêk hatin de ewilî pêşengê olî yê durziyan Şêx Muwafaq Tarîf axivî. Tarîf êrişên zayendî yên li dijî jinan û terorîzma hêzên Şamê berfireh vegot.

Piştî axaftina Tarîf, vegotinên jinan ên ji hêla UNITARê ve hatine tomarkirin, li jinan het guhdarîkirin. Jinên ku ji bo ewlehiyê rûyê wan bi hişê çêkirî hatiye guherandin, êrişên zayendî vegotin. Ji mexdûrên bûyerê yek jê zarokek 14 salî û 5 jinan hat guhdarîkirin. Jinan pêvaşoya êrişên kom û leşkerên Şamê û destdirêjiyên wan ên li ser xwe anîn ziman.