Trawmaya civakî, ji birîneke derûnî ya takekesî wêdetir, pêvajoyeke kûr e ku binyada civakî û çandî ya civakekê serûbino dike, baweriyê parçe dike û bandorên wê bi nifşan didomin. Berovajî karesatên xwezayî, ev trawma bi destê mirovan, bi zanebûn û sîstematîk tên kirin. Rûdanên wekî şer, koçberiya bi darê zorê, zextên sîstematîk û komkujî ji bilî zerarên fizîkî hesta mexdûran a baweriya bi edaletê, mirovahiyê û dahatûyê jî têk dibe. Ev cure rûdan, encama mudaxeleyên wisa ne ku armanc dikin rabirdû û dahatûya civakekê bixin bin serdestiya xwe û li ser mexdûran şopan dihêlin ku jêbirina wan zehmet e.
Veguhastina navnifşî
Taybetmendiya herî girîng a trawmaya civakî ew e ku derbasî nifşên paşê jî dibe ku ew rûdan nedîtine. Di lîteraturê de ji vê rewşê re “trawmaya navnifşî” tê gotin. Trawma, bandorê tenê li kesên ku ew kêlî jiyane nake, derbasî zarok û neviyan jî dibe.
Di vê veguhastinê de ragihandina navmalbatî diyarker e. Dêûbav tirs û bêçaretiya xwe devkî îfade nekin jî, ev hest di atmosfera malê û reftaran de cih digirin. Dêûbav ji bo parastina zarokan bêdeng dimînin lê zarok vê bêdengî, tengezarî û xemgîniyê mîna singêrekê dimijin. Zarok giraniya tiştên nayên gotin hîs dikin û dinyayê wekî cihekî neewle dibînin. Helwestên dêûbavan yên wekî parastina zêde, hêrs an matbûn bandoreke neyînî li derûniya zarokan dike û dibe sedem ku ew jî trawmayê bijîn.
Barê bêdengiyê
Çîroka malbatekê ku rûdanên li Dêrsimê yên sala 1938an dîtine mînakeke balkêş e. Di lêkolînekê de hatiye dîtin ku bavekî ku di zarokatiya xwe de şahidî li rûdanan kiriye û malbata xwe wenda kiriye, trawmaya xwe bi “bêdengbûnê” hilgirtiye û jiyaye. Vî kesî, dehşeta ku jiyaye nekarîbûye îfade bike, lê bi reftarên xwe daye der; bo mînak, ji bo ku ji hesta gemarîbûnê xelas bibe zivistanê jî her roj xwe şûştiye. Dozdeh salan av venexwariye û tenê çay û cixare vexwariye.
Kurê vî bavî (nifşê duyemîn), tevî ku tiştên bavê wî jiyayî nedîtine jî, ew êş û keder û şîn wergirtiye. Gelî û çiyayên erdnîgariya ku rûdan lê qewimîne, ji bo wî ne tenê parçeyekî xwezayê, “cihûwarên germ” in, yanî mekanên hafizeyê ne ku trawmayê hişyar dikin. Nifşê duyemîn, şîna bavê xwe ya ku temam nebûye domandiye, bi hêrseke zêde û xemgîn, mîna bavê xwe berê xwe daye bikaranîna zêde ya cixare û alkolê ku zerarê dide tendirustiyê. Ev mînak nîşan dide ku gava trawma neyê axaftin, pêvajoya şînê temam nebe û rûbirûbûn pêk neyê birîn nayê girtin; berovajî, şekil diguherîne û jiyan, tendirustî û pêşeroja nifşên paşê tarî dike.
Trawma û wendakirina kontrolê
Hêmana herî bingehîn a ku trawmayê dike trawma ew e ku kesê rastî rûdanê tê li hemberî wê bêçare dimîne û kontrola li ser jiyana xwe wenda dike. Ji karesatên ku di kêliyekê de diqewimin bêhtir, rûdanên ku nikarin bên kontrolkirin û mirov midaxele bike, bandoreke trawmatîk diafirînin. Trawmayên ku bi destê mirovan çêdibin, mexdûran bêhêz û bêparastin dikin.
Li vir rola hafizeya civakî dikeve dewrê. Piştî rûdanên trawmatîk, heger beşeke civakê êşên hatine jiyîn înkar bike, tune bihesibîne yan meşrû bibîne, beşa din bi van êşan re tenê tê hiştin. Ev rewş di civakê de dibe sedema “qelişîna hafizeyê”. Tunehesibandina tiştên ku hatine serê mexdûran, bandora trawmayê kûrtir dike. Li hemberî vê, avakirina hafizeyeke hevpar li dijî bandorên rûxîner ên trawmayê xala xweragiriyê ya herî xurt e. Ev jî bi bîranîn û qeydkirina bûyeran û bihîstina dengê mexdûran pêk tê.
Heqîqet, edalet û telafî
Ji bo serederîkirina bi trawmayên civakî yên berdewam re û pêkanîna başbûnê, tenê piştevaniya derûnî ya takekesî yan klînîk têrê nake; divê gavên civakî û hiqûqî bên avêtin. Ev şert e. Ev pêvajo li ser sê lingên bingehîn ava dibe: heqîqet, edalet û telafî.
Gava yekemîn a pêvajoya başbûnê, bersiveke dirust bo wê pirsê ye ku “çi qewimî?”. Mafê heqîqetê ne tenê aşkerekirina daneyên veşarî ye; ew, têgihîştin û watedarkirina civakî ya sedem û encamên rûdanan e jî. Ji bo vê yekê, divê çîrokên mexdûran li qada giştî bên bihîstin, “komploya bêdengiyê” bê şikandin û polîtîkayên înkarê yên fermî bi dawî bibin; çimkî ji bo destpêkirina pêvajoya şînê şertê pêşîn aşkerekirina heqîqetê ye. Di vê çarçoveyê de, edalet gelekî girîng e, lewra çanda bêcezatiyê dibe sedem ku trawma kronîk bibe, birîn her tim xwînî bimîne û tundî bê teşwîqkirin. Darizandina failan û qebûlkirina berpirsiyariyê, ji bo vegerandina rûmeta mexdûr û jinûveavakirina hesta ewlehiyê gelekî girîng e. Ji bilî edaleta cezakirinê, neheqiyên civakî jî ji bo pêvajoya başbûnê şertekî bingehîn e. Divê ev neheqî ji holê bên rakirin. Pêngava sêyemîn telafî ango başbûn e; armanca vê ew e ku mexdûr vegerîne rewşa berî trawmayê, lê di binpêkirinên giran de anîna wendahiyan ne pêkan e. Ji ber vê yekê pêvajoya başbûnê gelek pêngavan vedihewîne: tezmînata madî, lêborînxwestina jidil a dewletê yan a failan û cihûwarên bîranînê. Her wiha, ew garantiya ku ev rûdan ‘careke din dê qet neqewimin’ jî şertekî vê pêvajoyê ye.
Weke encam, trawmaya civakî ne rûdaneke ku di rabirdûyê de qewimiye û qediyaye; ew pêvajoyeke zindî ye ku bandorên wê bi rêyên biyolojîk, derûnî û civakî bi nifşan didomin. Ji bo başbûnê şert e ku bêdengî bişikê, rastî derkevin holê û şîneke hevpar bê girtin. Ji bo trawma derbasî nifşên nû nebe, divê em êşan înkar nekin; berovajî, divê em bi wan re rû bi rû bibin, edaletê pêk bînin û hafizeyeke hevpar ava bikin.
ÇAVKANÎ
Hunler, O. S., Namer, Y. ve Duzen, N. E. (2023). Bildiğimiz akademinin sonu: Travma politikası karşısında kolektif hafıza inşası. Egitim Bilim Toplum Dergisi, 21(81), 56-75.
Karatay, G. (2020). Tarihsel/toplumsal travmalar ve kuşaklararası aktarımı biçimleri uzerine. Surekli Tıp Egitimi Dergisi (STED), 29(5), 373-379. doi:10.17942/sted.767797
Karatay, G. ve Gunderci, A. (2023). Tarihsel/toplumsal travmaların kuşaklararası psikososyal etkileri: Dersim 38 orneginde bir olgu sunumu. Uluslararası Anadolu Sosyal Bilimler Dergisi, 7(1), 282-291. doi:10.47525/ulasbid.1232387
Turkiye İnsan Hakları Vakfı (TİHV). (2012). Turkiye’de surmekte olan toplumsal travma ile başetmede ilk adımlar. TİHV Yayınları.
