Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li Xan Ernebê yê gundewarê Quneytirayê bendeke kontrolê ya demkî danî, şêniyan ev yek red kir, bi wê re 3 welatî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHAyê, hin welatiyên ku derbasbûna Îsraîlê li nava Sûriyeyê red kirin, hatin gulebarankirin û 3 welatî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Colanê.
