Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî têkildarî nasandina terorê ya Hîzbûlah û Hemasê û bêçekirina komên çekdar yên li Iraqê ji medyaya erebî re axivî.
Sûdanî destnîşan kir ku binavkirina Hîzbûlah û Hûsiyan ya weke ‘terorîst’ kirina hedef û agahiyên şaş û reşkirina hikûmetê ye û got: “Tiştên ku hatiye parvekirin ne ji aliyê hikûmetê ve ne jî ji aliyê Meclîsa Ewlekariya Welat ve hatiye belavkirin. Tu helwesteke me ya siyasî li hemberî Hîzbûllah û Hamasê nîn e. Em piştgiriya hemû hêz û tevgerên rizgarîxwazîn yên li dijî zilm û zordariya li dijî gelên ereb têdikoşin, dikin. Bêçekirina komên çekdar bi biryara hikûmetê çareser nabe.”
Herî dawî Sûdanî da xuyakirin ku belavkirina vê mijarê şaştiyeke bi bandor bû û ew li benda encamên desteya lêkolînê ya hatibû diyarkirinin bê ka çawa di rojanameya fermî de hatiye belavkirin û encamên dawî wê bi raya giştî re bê parvekirin.
