“Dilo ez bimrim dilo hewar…”
Destan, çîrok, helbest û klamên me yên li ser hezkirin û evînê tev bi mirinê tên şîrovekirin û xweşkirin. Gelo çima ?
Destanên me; Xecê û Siybend, Memê Alan, Mem û Zîn, Zembîlfiroş, Ferhat û Şîrîn… hwd. tev bi mirinê hatine sêwirandin û qedandin. Ev çi qeder e? Ev çi evîn e? Ev çawa hezkirin e?
Ku difikirim serê min diêşe. Ma hezkirin îlem divê bi mirinê bê ezmûnkirin, bi mirinê bê qedandin? Hezkirina li ser rûyê erdê ya jiyanê ji me re heram e!
Bala xwe bidin çanda me ya heyî, ya ku me dîtiye û berî wê; îlem hezkirin ango evîn bi mirinê tê qiyaskirin; “ez ji bo te dimirim, ez ê ji bo te bimirim, heta mirinê ez a/ê te me…” Hevokên herî li pêş ên jiyanî ne. Çima “ez ê ji bo te bijîm, te û xwe azad bikim, li warekî azad em bi hev re bijîn..” dernakeve pêş, helbet hişmendiya ku van salên dawîn derketiye pêş ne tê de… hezkirin, evîn û mirin her para hev in.
Ne bi tenê li warê me Kurdistanê, li Rojhilata Navîn jî ev hişmendî li pêş e.
Nexwe şert û mercên hezkirin û evînê li ser vê xakê, li vî welatî nîn in. Me herimandiye ev hest û hebûna herî bingehîn. Divê em ji bawerî heta mîtolojî û nirxandina jiyanê xwe di ber çavan re derbas bikin, xwe bilerizînin, xwe ji nû ve bi baweriya hezkirin û jiyanê bişon û xwe nû bikin!
Li vir derew û xapandinek heye!
Çima xwegihandina hev li dinyayeke din, li dinya din, ne li vir!
Çima em dihêlin bihuştê, ma jiyan û warê me ne bihuşt e, ne cinet e.
Hilbet herimandina war û jiyanê sedem e ku sedema vê ya bingeîn jî serdestî û desthilatdarî ye ku li ser bingeha derew, xapandin, kedxwarî û xwînmijiyê hatiye avakirin.
Divê ji vê hêla girîng jî em aştî û demokrasiya jiyan, malbat, habûn, civak û pergaliyê jî bibînin, bifikirin û têkevin nav hewldan û xebatê.
Em jiyanê; ango hezkirin û evînê dixwazin, wekhevî û azadiyê dixwazin; ne mirinê!
Ev hezkirin û mirin ji bo evîna welat û war jî wisa ye; em zû dimirin, ji bo welat mirinê dixwazin. Lê divê ji bo welat jiyînê, jînbûnê û avakirina azadiyê jî bifikirin. Em ê bijîn ku li ber xwe bidin, têbikoşin ku azadiyê bînin û bingeha hezkirin û evînê di civaka xwe de ava bikin.
Êdî dema çêkirin û avakirina jiyana azad e.
Bêheq feylesofê hemdem negotiyê; “heqîqet evîn e, evîn jî jiyana azad…”
Helbet em ji mirinê jî narevin di vê têkoşînê de, lê tekoşîna hebûn, jiyan, azadî û evînê jî ji bîr nekin û wisa bibin lehengê jiyanê.
Yanî dixwazim bibêjim, divê em ji qedera reş xwe bi dûr bixin û şert û mercên jiyanê li gorî evîn û azadiya xwe bikaribin nû bikin. Îrade, hez, hêz û rêxistina me bikarbûna/bikêrbûna me heye. Em ji derûniya bindestiyê xwe xilas bikin û jiyana ne li gorî dilê me wek qeder nebînin. Bi xwe bawer bin û bizanibin ku em ji jiyanê çi dixwazin û bi kêrî çi tên! Em xwedî biryar û bîrdozî ne êdî û em dikarin xwebûna bi cih bînin. Em bi xwe bawer in û xwe biçûk nebînin.
Na, jiyana me ne mecbur e ku reş be, ronahiya me heye, ji çanda me ya kevn û di serdema nû de ev jî heye, rehên me yên ronahiyê û niha jî şaxên jiyana me bi ronahî ne.
Em ji bo evîna xwe nemirin, bijîn û pêk bînin. Jiyan xweş e û jiyan bi evînê xweş e.
Bila ev hestbest, helbest diyarî evîndarên hişxurt be!
Gerînek hişyariyê
Li Girêka Aram Tîgran
Sipartiye gopalê xwe
Berê’m li dahatûyê
Ka ronahî li ku ma
Ka ronahî li ku ma
Li ku ma, li ku ma…
Dixwazim şêwe û
Awaza Elîkê Zorê
Evîn, herê ew evîn
Heye di her sûretî de
Encam ma ji çavên dil
Çi bersiv, çi fêhm
Li hêviya ronahiyê
Li ku ma, li ku ma…
Her kes ava dike
Dinyayekê ji xwe re
Lê kortika pistê xwe dixwirîne
Ew bejnên takrihanî çûn
Canê tev goştê gir î genî hatin
Ev berhemên talan û zordestiyê
Ma zimanê te kuliyan xwariye!
Bêje, bibêje
Ka li ku ma
ronahî
Li ku ma, li ku!
Evîn û derdên min
Man li qibalê
Ser nexşeya gul û Şaha Maran
Herê lo, jinê bidin jinmiryan
Kerê bidin kermiryan
Ev mejiyê kurmaxwarî
Fereca xêrê ne dûr e!
Çav qurimîn,
Mîxkî li felekê xin,
Bes e bendewarî
Li ku ma li ku..!
Hûn bibin ronahî
Em ê zanibin bimirin jî lê divê jiyan li pêş be, evîn, hezkirin û azadî li pêş be!
“Dilo ez bimrim dilo heyran…”
