Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be dê sibê bi şiyara “Şiyar be! Azad be! Aram be! Ava ke!” bi deklerasyonekî li Wanê xwe îlan bike. Platform armanc dike ku li dijî hişbirê xebatan bide meşandin. Platform ji bo ku bi tevlêbûneke xurt xwe îlan bike, li Qada Bajêr a Wanê stand vekir û belavokên ku di derheqê armanca platformê de agahî didin, belavkirin.
Di belavokan de ev agahî hatin parvekirin:
“*Kapîtalîzm dixwaze hêza civakî parçe bike û bi wî awayî rêve bibe.
*Di taxan de temenê bengitiyê daketiya 9an, ev tiştekî ne tesadüf e.
*Pergal êrişî aliyên civakê yên xurt dike, li ser qelsiyên kesan disekine.
*Madeyên hişbir û fihûş jehreke ku nasname û exlaqê civakê tahrip dike û her ku diçe belav dibe ye.”
