6 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo hevgirtina bi gel re Dikana Kezî vekirin

Şaredariya Cizîrê bi armanca alîkariya bi welatiyên xîzan re Dikana Hevgirtinê ya Kezî vekir.

Şaredariya Cizîrê li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevilbûna hevşaredarên Cizîrê Guler Tûnç û Abdûûrahîm Dûrmûş, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endamên saziyên demokratîk ên sivîl û gelek welatiyan Dikana Hevgirtinê ya Kezî vekir.

Beriya vekirinê Gerînendehiya Pokîtîkayên Jinê ya Şaredariya Cizîrê Nêrgiz Ant diyar kir ku zêdeyî salekê ye hevgirtinê di nava şaredariyê de pêk tînin û got: “Me di nava avahiya şaredariyê de ji bo welatiyên xîzan karê hevgirtinê dikir. Me biryar da ku em derkevin derveyî sînorên şaredariyê û di nava taxan de saziyên xwe yên hevgirtinê vekin.”

Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç jî da zanîn ku ji roja hatine ser kar heya niha bi zêdetirî 3 hezar welatiyan re ketine nava hevgirtinê û got: “Ev ne xebata me ya yekemîn e û wê ne ya dawiyê jî be. Heya niha me xwe gihandiye gelek malbatan. Bi vekirina Dikana Hevgurtinê ya Kezî em ê xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Beşdaran piştî axaftinan diruşma, ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û Dikan Hevgirtinê ya Kezî vekirin.