5 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan peyamek nû şand

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14emîn Konferansa Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê silav kir û ev peyam da: “Bêyî azadiya jinan sosyalîstbûyîn nabe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo 14emîn Konferansa Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê şand û konferansê silav kir.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:“Ez bi hêvî me ku konferansa Meclîsa Jinan ya Mexmûrê ku dê pêkbînin, wê têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê bilind bikin, erk û berpirsyariyên xwe yên di avakirina Civaka Aştî û Demokrasiyê de bi cih bînin.

Demek nû dest pê dike. Pergaleke demokratîk û komînal wê di pêşengiya jinan de pêşbikeve. Pêvajoya Demokratîk Komînalîst şêweyê civaka jin-dayikê yê nûjenbûyî ye. Xwe gihandina rastiya civakî jî encex bi vê rêbazê dikare pêkan be. Heta ku desthilatdariya zilam neyê derbaskirin, di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û ol de heqîqeta civakî dernakeve holê. Heta çanda zilamê desthilatdar ya di kurahiya civaka dema nû de veşartî neyê hilweşandin, weke Marksîzmê jî daye îspatkirin serxistina soyalîzmê jî ne gengaz e. Xwe gihandina Sosyalîzmê di azadiya jinan de derbas dibe. Bêyî azadiya jinan sosyalîstbûyîn nabe. Sosyalîzm nabe. Di vê wateyê de bingehê xebatên siyasî, aborî, çandî yê meclîsa me ya jinên Mexmûrê pêwîste li ser vê yekê pêk bê.

Gelê me yê Mexmûrê ku bi zorê ji cih û warên wan hatîn kirin, ruxmê hemû zoriyan, çewisandin û zilmê dest ji nasnama xwe, çanda xwe bernedan, di nava çolê de avakirina jiyanek were jiyankirin biserxistin ku bûne parçeyek ji têkoşîna azadiyê cihê wan yê di têkoşîna me de bê nîqaşe.

Naskirina gelê kurd a di nava hiqûqê de, vebûna qenalên siyaseta demokratîk, xistina bin ewlehiyê ya maf û azadiyê ji aliyê çareseriya mayînde ve girîng e. Vegera gelê Mexmûrê jî di van mercan de wê bi wate be. Ji bo vegera li welat pêk were, pêwîste zemînê siyasî, hiqûqî û civakî were avakirin, ne kesî û malbatî, vegera kolektîf di çarçoveya siyasî û hiqûqî de girtina dest mecbûrî ye. Gelê Mexmûrê ku mexdûrê şer û pevçûnane di heman demê de Kirdeya Civaka Aştî û Demokrasiyê ne jî. Ez bi bawerim ku pêvajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê bi serkeftî encambûyîn wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan jî veke, di vê çarçoveyê de gelê me û konferansa we silav dikim.

Bi Silav û heskirinên min yên bê dawî.

Abdullah Ocalan

15.10.2025”