Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina ku şandeya komîsyonê di 24ê mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê pêkanîbû civîna xwe ya 19emîn li dar xist. Tê payîn ku endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê dê di civînê de hurguliyên hevdîtinê bi endamên komîsyonê re parve bikin. Herwiha tê payîn ku komîsyon dê têkildarî çêkirina qanûnan jî ji partiyên siyasî pêşniyaran bigire.
Demeke li ser girtekên hevdîtinê nîqaş tên kirin. Her wiha tê nîqaşkirin ku girtek ji rayagiştî re bên parvekirin an neyên parvekirin lê hêj jî ne zelal e ku girtek dê bên parvekirin an neyên parvekirin. Lê tê payîn ku tenê sernavên girîng yên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji endamên komîsyonê re bên parvekirin. Girtekên hevdîtinê ku di destê MÎTê de ne jî dê di vê civînê de zelal bibe bên parvekirin an neyên parvekirin.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş beriya civîna komîsyonê pêk bîne, bi koordînatorên partiyên siyasî ku di komîsyonê de cih digirin re civiya.
