Devlet Bahçelî ji rojnameya Turkgun re axivî û bal kişand ser karên komîsyonê yên li Meclîsê û serdana endamên komîsyonê ya li Îmraliyê.
Serokê MHPê di hevpeyvîna xwe de got: “Niha dor hatiye nivîsandina rapora komîsyonê ku pêvajoya derbasbûnê eleqedar dike. Lewma ez bawer dikim ku ji bo temamkirina sererastkirinên qanûnî wê li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê îradeyeke hevpar bê nîşandan. Ji bo aliyên hiqûqî, demokratîk û siyasî yên pêvajoyê bi lez bi cih bêne anîn, hêvî dikim ku fedakariya heta niha hatiye kirin bi heman rengî dewam bike.”
Devlet Bahçelî dubare kir ku ew derbasî asta dawî bûne û wiha axivî:”Atmosfera mutabaqateke rasteqîn û berfireh heye. Bi nexşerêya ku bê tayîn û tespîtkirin re divê ‘Tirkiye ya bê teror’ ava bibe. Dem nemaye. Qonaxa dawî destpê kiriye. Miletê me wê aştiyê bi kelecanê hembêz bike. Aramiya civakî wê serwer bibe. Ji ber vê yekê jî dilrehet im. Ez di wê baweriyê de me ku her partiya ku endam daye komîsyonê bi exlaqê berpirsyariyê tevdigere û spasiya hemûyan dikim.”
