Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê kanûnê de li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li dar bixe. Ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cihanê gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen dê tev li konferansê bibin. Konferans dê 6ê kanûnê seat di 09.30an de dest pê bike. Konferans dê bi 3 zimanan kurdî, îngilizî û tirkî pêk were û li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, mafê hêviyê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bên kirin. Bernameya konferansê jî aşkere bû û ji başûrê Kurdistanê jî dê gelek siyasetmedar tevli konferansê bibin.
Ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîne Zikrî li ser navê Mesud Barzanî dê tev li konferansê bibe. Ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) endamê Tekiliyên Derve û Konseya Seroktiyê ya YNKê Dara Khailany dê beşdarî konferansê bibe. Herwiha berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî li ser navê Neçîrvan Barzanî dê tev li konferansê bibe. Ji PDKê Bayan Samî Abdul Rahman jî li ser navê Mesrûr Barzanî dê tev li konferansê bibe.
