4 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di merhaleya 2yemîn de divê êdî qanûnên azadiyê bên derxistin’

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan êdî dem hatiye ku di qûnaxa 2yemîn de gavên qanûnî û hiqûqî bê avêtin û got: “ Birêz Ocalan wateyeke mezin da çûyina komîsyonê. Di merhaleya 2yemîn de divê êdî qanûnên azadiyê bên derxistin.”

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, di 5ê tebaxa 2025an de li parlementoya Tirkiyeyê, bi navê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî’ hat avakirin.  Komisyonê ji dîroka ku hatiye avakirin heta niha 18 civîn pêk anîn. Bi gelek partî, saziyê civakî û rêxistinên jinan re hevdîtin kir. Komisyonê herî dawî di 21ê mijdarê de civîn li dar xist û biryar girt ku biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Komisyon di çarçoveya biryarê de di 24ê mijdarê de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî komisyonê jî, Şandeya DEM Partiyê di 2yê kanûnê de Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Li ser pêvajoya aştî, çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kesîn Bayindir pirsên me bersivand.

Hefteya borî ‘Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî’ çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ev hevdîtin di aliyê siyasî de tê çi wateyê û ev hevdîtin ji bo pêşketina pêvajoyê çiqas girîng e?

Ji roja ku komisyon ava bûye heta niha, komîsyonê gelek sazî, dezgeh û beşên cuda guhdar kir. Lê pêwîstî hebû ku komisyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bike da ku pêvajo derbasî merhaleyeke din a nû bibe. Lê heta çûyîna komisyonê gelek nîqaş hatin kirin. Ji aliyê derdorên nîjadperest ve jî gelek nîqaş hatin kirin. Ji avabûna komisyonê heta niha armanca me jî ev bû ku komisyon bi biryareke hevpar bi muxatabê meseleyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike ku ew pêvajo derbasî qonaxeke din a nû bibe. Di dawiyê de jî komisyonê bi rêzdar Ocalan re hevdîtin kir. Fikir û nêrînên rêzdar Ocalan guhdar kir. Di hevdîtinê de mijarên ‘Dê komisyon çi bike? Girîngiya pêvajoya aştiyê çi ye ji bo vî welatî? Hewceye saziyên civakî û siyaset çawa nêzîkî mijarê bibe? hatin nîqaşkirin. Daxwaza me jî ew e ku girtekên hevdîtinê bi raya giştî re bên parvekirin. Lê heta niha ev pêk nehatiyê û ev yek kêmasiyeke mezin e.

CHP çûyîna Îmraliyê red kir. Hûn vê helwesta CHPê ya li dijî çûyîna Îmraliyê çawa dibînin?

CHPê û Koma Yenî Yolê bi neçûna girava Îmraliyê biryareke şaş û erzan dan. Civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi xwezayî bertek nîşanî vê biryara wan dan. Çend partiyên nîjadperest hebûn ku sekna xwe li dijî vê pêvajoyê nîşan didan û dixwestin ku bi nîjadperestiyê pirsgirîkê çareser bikin. Dixwestin ku  pirsgirêk bi şer û kuştinê çareser bibe. Lê CHPê û Yenî Yolê heta niha sekneke bi vî rengî nîşan nedabûn. Lê di dawiyê de biryên şaş dan û biryaran wan jî gelê kurd xemgîn kir. Çûyina ‘Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî’ a Îmraliyê, ji bo gelê kurd gelekî girîng bû û bi vê hevdîtinê pêvajo derbasî merhaleyeke girîng a nû bû.

Hevdîtina komisyonê wekî destpêka qonaxa duyemîn tê pênasekirin. Piştî vê hevdîtinê di qonaxa nû de divê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve gavên çawa bên avêtin?

Rêber Abdullah Ocalan jî piştî hevdîtinê diyar kir ku ew êdî dikarin derbasî merhaleya 2yemîn bibin. Piştî çûyina komisyonê êdî hewceyê pêvajo derbasî merhaleya 2yemîn bibe. Di merhaleya yekem de muxatabên fermî yên vê mijarê hatin diyarkirin. Êdî veger ji vê pêvajoyê re tunê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirîgê diyarkirina vê yekê pir girîng e. Birêz Ocalan jî, ji bo wê wateyeke mezin da çûyina komîsyonê. Di merhaleya 2yemîn de divê êdî qanûnên azadiyê bên derxistin. Niha em derbasî wê qonaxê bûne. Hemû xebatên me jî dê ji bo nexşereya çareseriyê û qanûnên azadiyê bin. Ji bo komîsyon nexşerêyê ji lijneya giştî re bişînê û lîjneya giştî jî qanûnên azadiyê saz bike em dixebitin.

Li rûxmê biryara DMMEyê 11 sal in Tirkiye Mafê Hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naxe meriyetê. Herî dawî di îlonê de 9 mehên din dirêj kir. Hûn nêzîkatiya hikûmet û dewletê ya li dijî mafê hêviyê çawa şirove dikin?

Çareserkirina mijara kurd pêşxistina demokratik û qanûnan e. Bi polîtîkayên ewlehiyê ev mijar nayê çareserkirin. Ji bo wê jî 11 sal berê ji bo Rêzdar Ocalan biryara mafê heviyê hatibû dayin. Hatibû xwestin ku ev biryar demildest pêk bê. Di heman demê de gelek biryarên Dadgehên Navneteweyî derbarê girtiyên siyasî de hebûn ku bên berdan. Divê ev pêk were. Li Tirkiye lingên hiqûqê li hewa maye. Ji bo ku pêvajo pêş vê biçe, divê ji aliyê hiqûqî vê jî gav bên avetin. Lê heta niha ji aliyê hiqûqî vê tu gav nehatine avetin. Hemû kes ji aliyê xwe vê pêvajoyê pênase dike. Pêdiviyên hiqûqî jî li gor nêrîn û sînorên xwe nîqaş dike. Lê tiştek wisa tune ye. Heke pêvajo li ser hiqûq û demokrasiyê pêş bikeve, divê di serî de mafê heviyê ji bo rêzdar Ocalan pêk were û rêzdar Ocalan azad bibe. Heke em vê rastiyê nebinin çareseriya vê mijarê dê bikeve xetereyê. Heta niha ji bo aştî û demokrasiyê tu gavên berbiçav nehatinê avetin. Hê jî girtiyên siyasî di zindanan de ne. Hê jî tevî ku cezayê wan qedyaye jî girtiyên siyasî nayên berdan. Pêkanîna hiqûqê bingeha xwe ji rêzdar Ocalan digire. Biryara 11 sal berê ji bo rêzdar Ocalan hatiyê dayin hê jî nexistine meriyetê. Dewletê tu gavên berbiçav neavetiye. Merhaleya 2yemîn a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nav dike jî ev e ku desthilatdar ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve xwe biguherîne. Ji bo wê jî gava ewil biryara ji bo Rêber Ocalan pêk were û azad bibe. Eger ku ev pêk were dê hemû hevalên di girtîgehan de ne jî bên berdan. Lê em hemû dizanin av li Sêrekaniyê hatiyê dorpêç kirin. Ji ber vê yekê bendewariya civakê ew e ku em zextan li hikûmetê bikin ku şert û mercên Rêzdar Ocalan biguhere û azadiya wî ya fizîkî pêk were. Herwiha em dikarin bibêjin ku sîgorteya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.

Ji bo mafê hêviyê pêk bê û pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê çi were kirin?

Nirxandinên Birêz Ocalan em gelekî kelecanî kirin û em vê kelecanê di nava xebatên xwe de jî pêk tînin. Em rewşa Kurdistan,  Tirkiye û Rojhilata Navîn dinirxînin û ji bo pirsgirêka kurdan çareser bibe, hemû şert û mercên wê dinirên dibêjin pêkane ku ev pirsgirîg bê çareserkirin. Di pêşxistina vê pêvajoyê de rola hemû sazî û rêxistinan heye. Lê rola herî mezin a Rêzdar Ocalan e ku ev mijar anî vê merhaleyê. Ev rastiyeke û divê bê zanîn. Sermuzakerevanê vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalane. Em bi vê yekê kelecanin ku ev sedsal bibe sedsala çareserî, aştî û azadiya gelê Kurd û hemû gelên bin dest. Ji bo civaka Tirkiyeyê jî aştî, demokrasî û aramî pêk were azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan şert e. Ji ber ku gelê Tirkîyeyê jî ji zextên desthilatê aciz bûne. Lê ew bêrêxistin in û nikarin bi îradeya xwe tevbigerin. Lê em hemû baş dizanin ku ji bilî aştî û azadiyê tu şanseke me nemaye. Şert û mercên civakê û siyasî li me ferz dike ku, ev mijar ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bê çareserkirin. Ji ber vê yekê ye ku roj bi roj kelecana vê pêvajoyê bi me mezin dibe. Lê mixabin dewlet hê jî li dijî vê pêvajoyê di statokoya xwe ya nijadperestiyê de israreke mezin dike. Dewlet dixwaze vê pirsgirîgê weke sed sal berê bi rêbazên cuda sepanên xwe yên berê berdewam bikin. Dixwaze hemû sazûvanî û hebûna xwe dîsa li ser kuştinê saz bikin. Mixabin hê jî bi berjewendî û erzanî nêzî vê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dibin. Ji bo dengê aştîyê bigirin, bi rêyên nijadperestî yên dijîtalî êrîşên pêvajoyê dikin. Li divan nîjadperestan ku li dijî vê pêvajoyê ne, ev berpirsyarî dide me ku, em vê derfetê nedin wan û vê mijarê mîsoger bikin. Bi taybetî jî azadiya Rêber Ocalan bigirin, azadî, wekhevî û azadî û mafê gelê kurd bi qanûnan bi cihbînin. Ev peywîreke sereke ya mirovahî, wicdanî û exlaqî ye ku dikeve ser milê me hemûyan û divê em vê pêywîrê bi cîh bînin. Nexwe wê dîrok me efû neke û dê rojeke bê dîrok vê hesabî ji me bipirse.

Di hevdîtina komîsyonê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikişîne ser tifaqa gelê kurd û tirk, her wiha balê dikişîne ser girîngiya mutabakata siyasaî. Li gorî wê çima girîngiyê dide van mijaran?

Em vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk gel re niqaş dikin. Em bajar bi bajar, tax bi tax, gund bi gund digerên û vê pêvajoyê bi gelê xwe re nîqaş dikin. Em dixwazin piştgiriya vê pêvajoyê xurt bikin. Me ferq kir ku her çiqas li ser ekranan dengê çareseriyê bilind nebe jî, di nava civakê de daxwazeke mezin ji bo çareseriyê heye. Hêvî û baweriya civakê jî ji her demê zêdetir e. Divê em li ku bibin dengê xwe ji bo pêvajoyê bilind bikin. Divê em zanîn û çavderiya xwe ji bo vê pêvajoyê pêşkêş bikin. Em baş dizanin desthilat û dewlet stratejiyek daye pêş xwe ku di nava civakê de bê moraliyeke belav bike û bi gel re bêhêviyekê bide çêkirin. Lê bila gelê me, partiyên siyasî, saziyên civakî û yên ku aştiyê dixwazin bizanibin ku em bi kelecan tevlî vê pêvajoyê dibin. Bi armanc dikin ku bibin pêşengê vê pêvajoyê. Ji sedî 99 dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve û ji bo serkeftina vê pêvajoyê û ji bo pêkhatina aştî û azadiyê çi ji deste me bê em ê bikin. Ev peywîreke wijdanî û exlaqî ye ku divê bê kirin. Şandeya DEM Partî jî dema ku her carê bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin pêk tîne dibêjin; Rêzdar Ocalan bi kelecan û coşeke mezin serkeşiya vê pêvajoyê dike. Em jî ji kelecana Rêber Ocalan hevî digirin û armanc dikin vê pêvajoyê bi serbixînin. Em rê nedin nîjadperestên erzan ên ku dixwazin nêzîkî vê mijarê dibin û pêvajoyê têk bibin. Dîsa naxwazin dîsa vêgerin şer. Em gelê kurd, gelê tirk û gelen aştîxwaz bi sed salan di nava şer û pêvçûnan de jiyanê û bû ye qedera vî welatî. Em dikarin vê qedere biguherînin û ji bo wê sekna birêz Ocalan û naxşereya wî ji bo gelen Rojhilata Navîn şansekî mezin e û em fikren wî têbigehejin û bi têkoşîna xwe vê pêvajoyê bi serbixînin. Em bi xwe bawerin û bila gelê azadîxwaz ji xwe bawer be. Di vê wateyê de em dibêjin; sigorteya aştî û çareseriya vê pirsgirîkê, gelên ku aştî û azadiyê dixwazin in, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.