Şaredariya Artemêtê, bi boneya 3yê Kanûnê Roja Berastengan a Cîhanê li Navenda Siwarbûnê ya Olîmpîk bernameya siwarbûna hespan amade kir. Di bernameya ku ji hêla Daîreya Çandî û Karûbarên Civakî ya şaredariyê ve hate amadekirin de xwendekarên astengdar ên ku li navenda jiyanê ya şaredariyê perwerdehiyê dibînin û malbatên wan demên xweş derbas kirin. Hevşaredar Rabîa Başak Koç, endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn.
Her wiha şaredariyê ragihand ku ji bo kesên berasteng siwarbûna hespan hefteyekê bêpere ye.
