3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê

Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina "Ev pirsgirêk pirsgirêka min e" bi bîr xist ku di sala 2005an de di serdana Amedê de kiribû û got, di mijara pêvajoyê de ew xwedî heman îradeyê ne.

Serokê Giştî yê AKPê û serokkomar Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û bi taybetî bersiv da gotina, “Sendroma Stockholmê” ya Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel.

Erdogan got: “Em bibêjin tu bi Tirkiyeyê nizane, ma haya te ji polîtîkaya derve jî nîn e. Em bibêjin tu bi aboriyê nizanî, qet nebe bi rabirdûya xwe zanibe, bi sîcîla xwe ya reş zanibe. Te di temenê xwe de qet dest da deqên şermê yên CHPê? Tu qet hîn nebû ku faşîzma yek partiyê çi bi serê vî miletî anî? Dibe ku tu nizanibe bê kî celad, kî mexdûr e, lê belê xwişk û birayên min ên kurd baş zanin bê kî celad e.”

Erdogan têkildarî meseleya kurd işaret bi pêvajoya nû kir û got: “Beriya niha bi 24 salan, di 14ê tebaxa 2001ê de dema ku me partiya xwe ava kir îradeya me çi be, di sala 2005an de li Amedê dema ku me got, ‘Ev pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka min e’ wêrekiya ku me nîşan da çi be, di sala 2013an de dema me got, ‘Ji bo çareseriyê eger pêwîstî bi vexwarina jehrê hebe, em ê wê vexwin, tenê bila aramî bê welêt’ biryardariya me çi be, weke AK Partî îro jî em xwedî heman îrade, wêrekî û samîmiyetê ne.”