Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di şandeya Komîsyona Meclisê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû de cih digirt, têkildarî îdiaya wekîlê AKPê yê berê Şamîl Tayyar daxuyanî da. Şamîl Tayyar, di parvekirineke xwe de îdiaya “Abdullah Ocalan ji endamên şandeyê re got ku heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHPê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin” kiribû. Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî vê îdiayê ji kanala YouTubeyê Spot Basin Kooperatîfiyê re axivî û got: “Birêz Ocalan tu gotineke weke ‘heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHPê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ nekiriye.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi domdarî ev tişt anî ziman: “Got ku heke pêvajo bi ser nekeve dê mekanîka derbeyê bikeve dewrê û ev jî dê gelek derdoran hedef bigire. Gotineke giştî kir. Îdiaya hatiye kirin manîpulasyon e û kesê ev kirî jî her kes nas dike. Tiştekî wekî Şamîl Tayyar dibêje nîn e. Birêz Bahçelî ji roja ewil heta niha rîskekî cidî li xwe girt û ji bo pêşketina pêvajoyê berpirsyartiya pêwîst li xwe girtiye. Tiştên divê çêbibin jî bi aşkerayî dibêje. Derdorek heye. Ev derdor, bi awayekî piralî hewl dide xeta li dijî çareseriyê xurt bike û her kesî bikişîne ser vê xetê. Divê her kes hewl bide rê li ber bihêzbûna vê xeta dijberiya çareseriyê bigire.”
