3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo şermezarkirina bombekirina Ozgur Ulkeyê çalakî hat lidarxistin

Ji bo bîranîna rojnameger Ersîn Yildiz û şermezarkirina bombekirina rojanmeya Ozgur Ulkeyê çalakî hat lidarxistin

Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya salvegera 31emîn a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, li semta Kadirgayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ku avahiya rojnameyê li wir bû, çalakiya protestoyî û bîranîna Ersîn Yildiz li dar xist. Gelek rojnameger, nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.

Di bîranînê de dovîzên ji manşetên Ozgur Ulkeyê pêk dihat ên “Ev agir dê we jî bişewitîne”, “Çapemeniya azad gelê azad”, “Em ê serî netewînin” û wêneyên rojnameger Ersîn Yildiz ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû hatin hilgirtin. Herwiha pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat hilgirtin û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat berzkirin.

Ji xebatkarên berê ya rojnameyê siyasetmedar Gultan Kişanak di bîranînê de axivî û got: “Ji bo ev rûpelên tarî careke din neyên jiyîn, em mafê xwe yê nejibîrkirinê bi kar tînin. Ozgur Ulkeyê bi dirûşma ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ dest bi weşanê kir. Mixabin bi fermana serokwezîra demê Tansu Çîllerê hemû hejmarên rojnameyê hatin komkirin û desteserkirin. Kedkarên çapemeniyê û hemû kesên ji heqîqetê bawer, tevî zextan jî heqîqet nivîsandin. Tansu Çîllerê fermana bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê da. Di nîvêşevekê de rojnameya me bombe kirin. Xwestin rojnamegerên ji heqîqetê bawer tune bikin. Lêbelê dîrokê careke din nîşan da ku yên heqîqet dinivîsandin nehatin tunekirin. Vî agirî bi salan ev welat şewitand. Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin.”

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHDê Eren Keskîn jî wiha got: “Ji bo rojnamegeriya çapemeniya azad me gelek mirovên xwe winda kir. Yek ji van jî Gurbetellî Ersoz bû. Tenê çapemeniya azad valakirina gundan, cînayetên kiryarnediyar dida. Teqîneke pir plankirî û organîzeyî bû. Ji wê rojê heta niha em li vir in. Yek kes nehate darizandin. Faîl nehatin eşkerekirin.”

‘Pêvajo ji bo heqîqet derkeve holê girîng e’

Ji şahidên demê rojnameger Zekîne Turkerî jî ev yek anîn ziman: “Dema wê demê rojnameya me hat bombekirin û 23 kes bi giranî birîndar bûn. Ersîn Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Aqilê dewletê yê wê demê ev kir. Di demên şer de nivîsandina rastiyan pir zehmet e. Ji bo nivîsadina rastî û heqîqetê bedelên giran hatin dayin. Ji bo heqîqet derkeve holê ev pêvajo girîng e.”

Metna daxuyaniyê, ji hêla xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Ezgî Çardirci Karabey ve hat xwendin. Ezgî Çardirci Karabey diyar kir ku Ozgur Ulke dengê kurdan, gelên bindest, kedkar, jinan bû û got: “Digotin qey wê rojê her tiştek qediya û dawiya Çapemeniya Azad hat. Lê xwe xapandin. Kesên li pey heqîqetê bi dirûşma ‘Rastî dê di tariyê de nemînin’ rêya xwe domand. Di sibeha wê rojê de her kes ser karê xwe bû. Bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ meşa xwe domand. Buroya me tune bû lê em bêxwedî nebûn, em bûn pir kes, em zêde bûn. Tevî hempîşe û dostên xwe yên deriyên xwe li me vekirin, yên li cem me sekinînin, mil dane milên me, me got ‘Xwedî li Ulkeya xwe derkeve’, me li ber xwe da û em li ser şopa heqîqetê meşiyan. Di vê rêyê de me gelek can dan lê me tu caran serî netewand.”

Ezgî Çardirci Karabey anî ziman ku wan şahidiya her kêliya têkoşîna man û nemayê ya gel kiriye û hemû êrişên li dijî Çapemeniya Azad bêencam mane û wiha axivî: “Çapemeniya Azad tu caran bêdeng nema. Salên 90î salên tarî bûn. Lîsteya hevalên me yên hatin kuştin roj bi roj dirêj bû, hevalên me yên çûn nûçeyê lê venegeriyayîn hebûn. Binçavkirin, îşkence, girtin, sirgun, doz, KHK, qeyûm û hwd. tu caran kêm nebûn. Dewletê wê demê çi ji gelê kurd re rewa dîtibe, heman tişt bi serê Çapemeniya Azad ku deng, çav û guhê wan bû jî kir. Lêbelê Çapemeniya Azad her tim ev kevneşopiye domand. Em ji Apê Musayan, Gurbetellî Ersoz, ji Ersînan, Ayferan, Denîzan, Nûjiyanan, ji Nagihan, Gulistan, Hero, Nazim, Cîhan, Ezîzan hîn bûn. Em ji mamosteyê xwe Huseyîn Aykol ku bi rojan e di nexweşxaneyê de ye hîn bûn. Di demeke jiyaneke wekhev, azad û demokratîk li vê xaka ku em şahidiya her kêliya wê ya biêş kiriye tê hûnandin jî em ê dîsa bi gelan re bin. Em ê dîsa dengê wan bi cîhanê re parve bikin.”

Herî dawî jî beşdaran qerenfîl danîn cihê komkujî lê hatiye kirin.