Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî têkildarî polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji rojnameya Turkgunuyê re axivî û got: “Em ê bi tu awayî ji pêvajoya Tirkiyeya bêteror paşvegavê neavêjin.”
Devlet Bahçelî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destê xwe daniye bin kevir û got: “Lîderê damezrîner ê PKKê destê xwe daniye bin kevir. PKKê, di 12ê gulanê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de ek berda û rêxistiniya xwe fesih kir. Di 11ê tîrmehê de jî komeke PKKî çekên xwe şewitand. Bi taybet jî HSD/YPGê ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bandora wê heye çek bernedaye û li gorî banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê tevnegeriya. Lê banga Îmraliyê ne li gel PKKê, ji bo hemû pêkhateyên terora dabeşkar e. Qet nebe ya em fêm dikin ev e, em bi vî awayî şîrove dikin. Divê HSD/YPG teqez li gorî mitabeqeta 10ê adarê ya bi rêveberiya Şamê re hatiye mohrkirin tevbigere.”
Devlet Bahçelî, bi domdarî got: “Em di nava bazariyekê de nînin. Em, ji pêvajoya dan-standinê re bi temamî girtî ne. Weke Tifaqa Cumhur em ê nekevin nava tu xeletiyeke ku feslefeya damezirîner û avaker a komarê. Hemû kesên bi sedemên cuda hatine xapandin lê sûc nekirine û çalakiyên çekdarî li dar nexistine dikarin bên û malbatên xwe hembêz bikin. Komara Tirkiyeyê dilovan e. Em bi hev re Tirkiye ne, em hemû miletê tirk in.”
Bi domdarî Devlet Bahçelî got ku kesên ji hedefa Tirkiyeyê aciz “di nava tarîtî, qurnazî û kompasê de ne û got: “Hedef mezin e, paşdemayîna vê hedefê, serîtewandina li hemberî tawîz û teslîmbûnê ye. Ji bo hevrûbûnê hewcehî bi cesaret û xwebaweriyê heye. Hevrûbûn, ne kiriyarekî yekalî ye. Bi hevrûbûnê re em dikarin hizûrê bi dest bixin. Em tirsê bidin aliyekî. Em kesên fesadiyê belav dikin, bi operasyonên binhişê demê derbas dikin, yên bûne amûrên biyaniyan û berevajîkirinên medyayê ji rojevê derxînin. Di bin sîwana dewleta millî û unîter de em xwişk-biratî û pariyê nanê xwe bi hev re mezin bikin.”
Devlet Bahçelî wiha axivî: “Tunekirina tovên nîfaqê yên di navbera Tirk û Kurdan de ku berhema emperyalîzmê ne û hilweşandina bariyerên cihêkariyê ku dixwazin bixin navbera hiqûqa xwişk-biratiyê, armanca esasî ya hedefa Tirkiyeya bêterorê ye.”
