Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamegeran û neheqiya li saziyên medyayê tê kirin, bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora DFGê; 8 rojnameger hatin binçavkirin, der barê 14 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, 25 rojnameger girtîbûn, 5 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, der barê 8 rojnamegeran de doz hatin vekirin û doza 79 rojnamegeran berdewam kir.
Berfirehiya rapora meha mijdarê ya DFGê bi vî rengî ye: “Meha mijdarê meheke ku bi nîqaşên li ser demokratîkbûnê û pêşketinên dîrokî pêk hatin ve bi dawî bû. Binpêkirinên li dijî rojnamegeran berdewam kirin. Rojnameger bi awayekî bêhiqûqî hatin desteserkirin. Lêpirsînên nû hatin destpêkirin. Tevî nebûna delîlan jî ew bi cezayên giran re rû bi rû man.
Di meha mijdarê de 8 rojnameger hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê ku girtî tê darizandin Ekrem Îmamoglu de lêpirsîn da destpêkirin û rojnameger Soner Yalçin, Şaban Sevînç, Asli Aydintaşbaş, Ruşen Çakir, Batûhan Çolak û Koordînatorê Ragihandinê yê CHPê Ogan Yavûz ketin ber lêpirsînê. Van rojnamegeran bi angaşta “Bi eşkereyî agahiyên derew belav kirine û alîkariya rêxistinên sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
Di meha mijdarê de jî li qadê astengkirina rojnamegeran berdewam kir. Polîsan bi awayekî sîstematîk rê li ber rojnamegerên ku hewl didan dîmenên protestoya xwendekarên Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bigirin, girt. Di meha mijdarê de rê li ber pênc rojnamegeran hat girtin ji bo ku nûçegîhaniyê nekin. Ev yek bû sedema muameleya xirab li rojnamegerekî, gef li çar rojnamegeran hat xwarin. Rojnamegerek di girtîgehê de bi binpêkirinên mafê xwe re rû bi rû ma.
Di meha mijdarê de dema ku rojnameger hatin darizandin û cezayên giran li wan hatin birîn. Lêpirsînên nû li dijî 14 rojnamegeran hatin destpêkirin û lêpirsînên li dijî 8 rojnamegeran veguherî dozê ango darizandinê. Dozên 79 rojnamegeran di 46 dozan de berdewam kirin û 15 rojnameger jî di nav wan de rojnameger Hamdûllah Bayram û Rahîme Karvar hebûn û bi giştî 17 sal û 5 meh cezayê hepsê li wan hat birîn.
Parastina rojnamegeriyê
Li gel lêpirsîn, darizandin û cezayan, me parastina rojnamegeriyê berdewam kir. Dozên heft rojnamegerên ku ji ber bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrişa SÎHAyê ya Tirkiyeyê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçeyan dişopandin hatin qetilkirin. Doza 8 rojnamegerên din jî ji ber ku şopandina xwepêşandanên Saraçhaneyê hatin darizandin, bi beraetan bi dawî bûn.
Rojnameger Alî Bariş Kurt ku di 8ê sibata 2025an de hatibû girtin û piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî yê 2 sal û 4 meh ê hepsê yê ji ber “Bi rêya çalakiyên xwe yên pîşeyî û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal propagandaya rêxistinê kiriye” pejirand, hatibû girtin. Ew li Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmara 1an a Maltepeyê ye û berdana wî bi awayekî kêfî hatibû taloqkirin. Lîjneya Rêveberiya Girtîgehê û Şopandinê bi hinceta ku Kurt “poşman nabe û îhtîmal e ku zirarê bide yên din” berdana wî şeş mehan taloq kir.
Di meha mijdarê de dozek nû li dijî Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Deger hate vekirin. Doz li dijî rojnameger Oznur Deger û Osman Akin ku edîtorê berê yê Rojnameya Yenî Yaşamê bû hate vekirin. Ji ber raporeke ku wê di 16ê Tîrmeha 2024an de, derbarê îşkenceya ku dema serdegirtina malê li taxa Eskîhîsar a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de weşandibû hate vekirin. Dozek li dijî Oznur Deger di meha Cotmehê de bi mehkûmkirina “sûc” encam da û em vekirina sê dozên “sûc” ên nû red dikin. Hedefgirtina hevkarên me bi van dozan kêfî ye. Em ê li dijî vê rewşa kêfî têkoşîna xwe bidomînin.
Ziyana ku ji ber tayînkirina mufetîşan li dezgehên medyayê çêdibe berdewam dike. Mufetîşê ku ji bo Tele 1ê hatiye tayînkirin 30 kes ji kar derxist. Di heman demê de Rojnameya Hurriyetê 59 kes ji ber “sedemên aborî” bêkar hişt.
Agahiyên sansurê yên meha mijdarê wiha ne: 9 malper hatin girtin û ragihandina nûçeyekê hate astengkirin. Ragihandina 2 hezar û 61 parvekirinên Xê jî di meha mijdarê de hatin astengkirin û RTUK cezayên îdarî li pênc weşanan birî.
Her çiqas di meha mijdarê de di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Tirkiyeyê pêşketinên girîng qewimîn de jî gotinên provokatîf û hedefgirtina kes û saziyan ji aliyê hin rojnamegeran ve binpêkirinên mafên mirovan pêk tînin. Em van binpêkirinan dibînin û li ber çavan digirin. Wekî ku me ji destpêkê jî gotiye, em piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hemû hevkarên xwe dixwazin ku li kêleka rojnamegeriya aştiyê bisekinin da ku ev pêvajo bi Tirkiyeyek demokratîk bê tacîdarkirin.”
