3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Azadiya fîzîkî dê rêya aştî û çareseriyê vebike’

Nivîskar Mehmet Karakuş diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, dê pêvajo bi lez bi pêş bikeve û got: “Dewlet siyaseta înkarê dimeşîne. Lê li dijî vê yekê Rêber Abdullah Ocalan bi pêşniyara entegrasyona pozîtîf civaka aştî û demokratîk esas digire.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê sibatê, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê 5 û 7ê gulanê kongreya xwe ya 12emîn li dar xist. Biryara xwefesixkirinê girt. Piştî 11ê tîrmehê jî komeke gerîla bi pêşengiya hevseroka KCKê Besê Hozat, li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. 26ê cotmehê jî hemû hêzên xwe yên gêrîla ji Tirkiyeyê vekişandin. Lê dewletê heta niha gavên hiqûqî û siyasî neavêtine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga 27ê sibatê de entegrasyona pozîtif pêşniyar dike. Li ser pêvajoya aştî û çareseriya demoratîk, mafê hêviyê û entegrasyonê bi nivîsar Mehmet Karakuş axivîn ku ew 30 salan di girtîgehê de mabû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê sibatê, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ji wê rojê heta niha di pêvajoyê de çi pêşketin pêk hatin?

Dewletê hê li ser çareserkirina pirsgirêkê biryara xwe nedaye. Hin amadekariyên wan ên aşkerenekirî hene. Ev nêzîkatiya dewletê pirsgirêkê asê dike. Xwe giran dikin û dixwazin demê dirêj bikin. Bi taybetî jî, kakilê pêvajoyê û xala wê ya werçerxê Rojava ye. Piştî ku statuya Rojava diyar bû, dewlet dê biryara xwe bide. Heta hingê dê xwe giran bike. Dê hin taktîkan biceribîne ku eleqeya wan bi pêvajoyê re nîne. Ji ber van sedeman azadiya fîzîkî ya Serokatiyê asteng dikin. Em bawer dikin ku azadiya fîzîkî ya Serokatiyê pêk bê, dê pêvajo pir bi lez bi pêş bikeve. Ji ber hindê, çavên wan li pêşketinên li herêmê, bi taybetî jî li misogeriya statuya Rojava ye. Di dîrokê de sê caran wan em, kurd, egle kirine û xapandine. Dibêjin em îcar jî dikarin wan bixapînin. Ew jî dizanin ew bêyî kurdan nikarin ti tiştekî bikin. Di dîrokê de jî her tim bi kurdan re tifaq kirine û her carê jî li dijî ruhê tifaqan tevgeriyane û xwe ji wan kêşeyan rizgar kirine.

Hûn vê pêvajoyê li gorî pêvajoyên berê çawa şîrove dikin? Cudahiya niha ji pêvajoya 2013/2015an çi ye?

Ev pêvajo bi banga Serokatiyê ya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Ferqa wê ji yên berê ew e ku şert ji hev cuda ne. Ya herî giring jî, vê pêvajoyê di mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dest pê kiriye. Li aliyekî, têkoşîn û pêkola ji bo serdestiya hegemonîk a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) û Çînê de, li aliyê din, şerê ji bo elementên axê yên hindik û li hêleke dîtir jî, guhartinên di rêyên enerjiyê de rûdayî vê cudahiyê derdixin holê. Nexasim jî, di vê çarçoveyê de jinûvedîzaynkirina herêmê yek ji cudahiyên sereke ye ku vê pêvajoyê ji yên din cihê dike. Hêzên rojavayî û hêzên DYAyê yên navendî hewl didin ku avasaziya netewe-dewletên klasîk ên wekî Tirkiye û Îranê bisînor bikin û bi awayekî jî veguherînin. Ew pêvajoya ku bi Iraqa federal dest pê kiriye, ew dixwazin wê bi Sûriyeya federal, Tirkiyeya federal û Îrana federal bibin serî û Îsraîlê bikin yekane hêza hegemonîk. Hebûna hewldaneke bi vî rengî kiriye ku ev pêvajo pêk were û bimeşe. Jixwe li destpêka vê pêvajoyê em dizanin ku şîret li Tirkiyeyê hatine kirin ku pirsgirêka xwe ya kurdî çareser bike.

Serok û Tevgera Azadiyê heta niha peywirên xwe zêde zêde bi cih anîn. Piştî banga 27ê sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk PKKê kongreya xwe ya 12emîn pêk aniye û biryara xwe fesihkirinê da û komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin. Hêzên xwe yên çekdar ji Bakur vekişandin û tevî ku ev ji bo tevgereke gerîlayan xeternak e jî, ji Zapê vekişiyan. Li beramberî van gavan dewletê hê ti gaveke şênber neavêtiye. Komîsyona ava bûyî ti bingeheke xwe ya yasayî nîne.

PKKê piştî kongreyê gelek gav avêtin. Lê dewletê di aliyê hiqûqî û siyasî de gav neavêtin. Çima? Divê gavên çawa bên avêtin?

Di vê çarçoveyê de, komîsyoneke ji sê partiyan pêk hatî, hevdîtina wê ya bi Serok re bi tena serê xwe têr nake. Ji bo pêvajoyê gaveke dîrokî ye. Berî her tiştî, wateya wê ev e ku Serok Apo ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî weke sermizakerevan hat qebûlkirin. Hem di nav dewletê de hem jî di nav civaka tirk de baronên şer dixwazin barîkateke şer ava bikin, ev hevdîtin dê wê barîkatê biderizîne. Bi xusûsî, helwesta CHPê ya neyînî dê bike ku di serî de kurdên elewî û pê re jî, demokratên tirk û kurd ên CHPê jî helwesta xwe ya li hemberî wê partiyê di ber çavan re derbas bikin. Eger CHP li gorî kodên xwe yên berê yên dewletê tevbigere, ev yek dê hêza CHPê kêm bike. Bi taybetî, civaka kurd dê bersivekê bide vê yekê. Êdî bi vê helwesta xwe CHP dê nikaribe ji kurdan deng bixwaze. Prestîja ku di hilbijartinên herêmî de bi dest xistiye, dê wê jî ji dest bide. Serdana komîsyonekê ya bi Serokatiyê re wekî kaxizekî tûrnûsolê bû. Nîşan da ku Îmamoglû kesayetekî ji Erdoxan jî xeternaktir e. Hevdîtina komîsyonê ya bi Serok Apo re dê bandoreke erênî li pêvajoyê bike. Heger bi tevahî pênebaweriya li ser pêvajoyê raneke jî, qet nebe dê bike ku gel li ser wê bifikire.

Hûn entegrasyonê çawa pênase dikin? Divê di navbera tirk û kurdan de entegrasyoneke çawa pêk bê?

Entegrasyon têgiheke yekpare nîne. Bi awayên cuda cuda tên sepandin. Bi awayekî negatîf, pozîtîf dikare pêk bê. Ev peyv bi eslê xwe ji latînî tê û ji wir jî serê pêşîn ketiye fransî û piştre jî li hemû zimanan belav bûye. Entegrasyon tê wateya bihevveyekbûnê. Dewletê çima ev têgih pejirand? Ji ber ku aliyê wê yê negatîf jî heye û ew li gorî xwe li ser aliyê wê yê negatîf disekinin. Entegrasyona negatîf asîmîlasyon e. Li gorî vê jî, civakek hemû taybetmendiyên xwe yên xweser û cuda ji dest dide û di nav civaka din de dihele û dişibe wê. Entegrasyona negatîf her wiha rêbazeke pêkvehelandina li ser bingehekê ye. Ango tê de civaka kurd dê di nav ya tirk de bê helandin û bibe tirk. Jixwe tişta ku heta niha bi destê dewletê hatiye kirin ev bixwe ye. Bi gotineke din, dewlet dixwaze di bin navê entegrasyonê de siyaseta xwe ya înkarkirin û îmhakirinê ya heta îro bi terzeke naziktir berdewam bike. Lê em vê entegrasyonê weke entegrasyoneke pozîtîf esas digirin. Bi gotineke din, dibêjin ku civaka kurd hemû taybetmendiyên xwe yên xweser û rengê xwe biparêze û entegreyê dewletê bibe. Wate, em dibêjin ku li ser zemîna dewlet û demokrasiyê civaka demokratîk entegreyê netew-dewletê bibe. Entegrasyona pozîtîf demokrasiya xwecihî û xwerêvebirinê dihewîne û rê li ber modelên wekî federasyon û konfederasyonê jî vedike.

Çima pêdivî bi entegrasyona gelan heye?

Gava pêşîn a entegrasyona demokratîk, entegrasyona hiqûqî ye. Entegrasyona hiqûqî hiqûqeke tevgir û holîstîk e. Ev yek jî makezagonekê û qanûnên bi wê re hevgirtî û lihevkirî ferz dike. Bi gotineke dî, divê hemwelatîbûn ne li ser neteweperestiyê, li ser welatperweriyê bê avakirin. Rixmê vê yekê jî, rezervên / şerxên dewletê yên li ser Şerta Xweseriyê ya Ewropayê divê bi paş ve bê vekişandin.

Entegrasyona demokratîk ew e ku civaka kurd a ku di nav xwe de xwe li gorî demokrasiya radîkal birêxistin kiriye û dewlet û desthilatê veder dike, xwe tevî netewe-dewletê bike. Divê mirov di serî de bibêje ku ev entegrasyon heta hetayê nadome. Entegrasyona demokratîk qadeke têkoşînê ye. Dewlet hewl dide ku civaka demokratîk bi paş ve bibe û civaka demokratîk jî bi rêya xwerêxistinkirinê hewl dide ku dewletê bikişîne ser risteke koordînatoriya kar û baran. Ji ber ku dewlet û demokrasî bi hev re heta hetayê nameşin. Teqez yek yekê bi paş dixe û xwe çalak/serwer dike.

Têkiliya entegrasyon û siyasetê bi hev re çi ye?

Gava duyemîn a entegrasyona demokratîk jî, entegrasyona siyasî ye. Ji bo entegrasyona siyasî, civaka demokratîk divê xwe weke rêveberiyên xweser an jî bi awayekî xweser rêxistin bike û xwe entegreyê netewe-dewletê bike. Ev divê ne li gorî rêvebirineke navendî, li ser esasê rêvebirineke xwecihî pêk bê. Ev divê ne tenê civaka kurd, lê berovajî, tevahiya civaka Tirkiyeyê di nav xwe de bihewîne. Di karên ji bilî dîplomasî, parastin (berevanî) û aboriya makro de, divê înîsiyatîfa xwecihî / mehelî serwer be û ev kar divê ji wan re bê hiştin. Karên wekî tenduristî, ekolojî, aborî, perwerde û her wekî wan divê ji cihê cih, bi awayekî xwecihî bên dabînkirin. Şaredarî û walîtî û qeymeqamtî lazim e ku bên yekkirin; li navçeyan qeymeqam û li parêzgehan jî walî divê bi hilbijartinê bên ser kar.

Hûn dikarin hinekî behsa entegrasyona aborî bikin. Entegrasyona aborî tê çi wateyê?

Di entegrasyona demokratîk de gava sêyemîn entegrasyona aborî ye. Divê aboriya civaka kurd xweser be. Divê mafê kurdan di asta herî bilind de hebe ku li ser çavkaniyên xwe yên sererdî û binerdî û di vê behsê de gotin, biryar û raye divê di destê kurdan de be. Îro şîrketa ku li Batmanê neftê / petrolê derdixe, baca xwe dide daîreya berhevkirina bacan a Enqereyê. Bi vî rengî, dahata ji çavkaniya li Batmanê ne li gelê Batmanê, lê li aboriya Tirkiyeyê tê zêdekirin. Di heman demê de bi vê polîtîkayê tê xwestin ku nifûsa kurdan koçberî metropolan bibe û li wan metropolan di nava neteweya tirk de bê helandin. Entegrasyona aborî tam jî di vê behsê de yek ji xalên herî girîng e ku dê pêşiyê li vê yekê bigire.

We behsa entegrasyona civakî kir. Divê em çi ji vê fêm bikin û dê entegrasyona civakî çawa pêk were?

Di entegrasyona demokratîk de gava çaremîn entegrasyona civakî ye. Di vê entegrasyonê de esas ew e ku ji bo bawerî, ol û hetta mezheban qada xweîfadekirinê û xwerêxistinkirinê bê vekirin; dîsa azadî û wekheviya di navbera zayendan de bên pêkanîn. Dîsa ew e ku temsîla wekhev a mezhebên cuda cuda yên olekê di nav heman rêxistinê de û temsîleke wekhev a olên cuda cuda de, di nav heman rêxistinê de pêk bên. Îro rêxistina diyanetê bi pareke ji bacên gel veqetandî bi tenê xizmeta berjewendiyên mezheba henîfî dike. Bi entegrasyona civakî re, divê hemû ol û mezheb li gorî hêza xwe jê sûdê werbigirin. Bi taybetî jî, azadiya jinan dê bihêle ku hem aştiya civakî pêk bê hem jî kuştina jinan bi dawî bibe. Îro hişmendiya baviksalar a desthilatê, mêrên ku jinan dikujin hema hema bi xelat dike. Di hiqûqa tevgir de li hêlekê dê qanûn bên duristkirin ku wekheviyê di navbera her du zayendan de ava dikin û pê re jî, li hêleke din jî, bi saya perwerdehiyê hişmendiyeke demokratîk bê avakirin; ev jî yek ji amûrên herî girîng ên entegrasyona civakî ye.

Her wiha we behsa entegrasyona demokratîk kir. Entegrasyona demokratîk çi ye û dê çawa pêk were?

Entegrasyona demokratîk entegrasyona çandî ye. Her çand xweseriya xwe diparêze, xwe sazûman dike û piştre jî, di entegrasyonê de cihê xwe digire. Bi kartêkirina bimiqabiliyet re çanda neteweya demokratîk teşe digire. Ev çand jî dê bi pirçandî, pirzimanî û pirbaweriyê derkeve holê û ne bi asîmîlasyona bi darê zorê, lê li ser esasê tevlêbûna bidilxwazî dê pêk were. Ziman dê ji hev cuda bin, lê bi demê re nirxên çandî yên hevpar dikarin xurttir bibin. Her du civak jî ev hezar sal in ku bi hev re dijîn û bi piranî jî girêdayî heman sîstema baweriyê bûne; ev jî dê bike ku bi awayekî bileztir pêk bê.

Têkiliya entegrasyon û xweparastinê bi hev re çi ye?

Gava herî dawîn a entegqrasyona demokratîk jî xweparastin e. Civaka demokratîk eger xwe bi kûrahî û bi awayê herî berfireh birêxistin bike, zemîna hiqûqî jî dê li gorî vê bê avakirin. Şêweyên din ên xweparastinê û asayîş jî divê di rengê gelê kurd de be û ev jî encameke xwezayî ya entegrasyona demokratîk e.