Cîhan di dehsalên dawî de şahidiya şoreşek dîjîtal a mezin kiriye. Ev diyarde bandorê zêdetir li jinan dike û xeteriyên mezintir bi xwe re diafirîne. Tundiya dîjîtal a li dijî jinan tacîza cinsî, parvekirina bêdestûr a wêne yan dîmenên kesane, gef û îstismara devkî pêk tîne. Ev dibe sedema zirara psîkolojîk, laşî û civakî ya demdirêj û jinan ji beşdarbûna di cîhana dîjîtal de yan jî xwe bi azadî îfade kirin bêtir ditirsîne.
Xeterî û tundiya dîjîtal li ser jinan
Xeteriya tundiya dîjîtal a li dijî jinan di xwezaya xwe de piralî ye û pir caran bêdeng û veşartî dimîne. Berovajî tundiya kevneşopî, ew şopên fizîkî yên rasterast nahêle, lê birînên kûr ên psîkolojîk çêdike, di nav de fikar, depresyon, wendakirina baweriya bi xwe, vekişîna civakî, hestên bêçareseriyê û stîgmayê diafirîne. Bandora wê dikare bigihîje jiyana rastîn, bibe sedema wendakirina kar, kêmkirina beşdariya civakê yan jî têkbirina têkiliyên civakî. Ev yek tundiya dîjîtal dike amûrek bihêz ji bo kontrol û zordariyê. Gelek caran ji bo van dozan encamên qanûnî yên rasterast dernakevin.
Ji ber vê yekê aşkere ye ku tundiya dîjîtal a li dijî jinan ne tenê tacîza elektronîk a demkî ye. Ew diyardeyek civakî, psîkolojîk û qanûnî ya tevlihev e ku bandorê li ewlehiya kesane, xweseriyê, wekheviya zayendî û civakê bi tevahî dike. Lêkolîna vê diyardeyê û analîzkirina pîvanên wê gavek girîng e ber bi têgihîştina mekanîzmayên kontrol û îstismara dîjîtal, parastina jinan û hêzdarkirina wan ji bo bikaranîna teknolojiyê bi ewlehî û erênî, bi vî rengî pêşketina civakê û bidestxistina edalet û wekheviya zayendî bi pêş dixe.
Bandora li malbatê
Tundiya elektronîk bi awayekî pir berbiçav bandor li têkiliyên malbatî kiriye, bûye sedema pirsgirêkên hevjînan ku wan ber bi hevberdanê ve dibe. Yek ji sedemên zêdebûna dozên civakî yên malbatî û hevjîniyê bikaranîna zêde yan jî şaş a înternêtê ye. Bandora bikaranîna zêde ya înternêtê bandorê li jiyana kesan di malbatê de dike, zarokan ji zaroktiyê qut dikin, jinan ji jiyana civakî dûr dixe û hevjînan dûrî hev dike ku derfetên danûstandinê jî kêm dibin, ev dihêle ku malbat ji hev bikeve.
Ev cureyek tundiyê ya herî xeternak e. Her malek veguheriye kafeyên înternetê yên biçûk. Bifikire ku hemû endamên malbatê telefonê bi kar tînin. Teknolojî bûye ferdek li malbatê, ev rastiyek ku nabe neyê dîtin û gotin. Dema ku diçin mêvandariyê ew û yên mêvan serî di telefonan de û rûniştina wan bênîqaş derbas dibe. Mêvandariyên bêmêvanên rasteqîn. Înternêtê bandorek wiha kiriye ku saetek kesek bê telefon nikare bijî. Têkiliyên civakî li aliyekî lê li aliyê din pirsgirêkek cidî heye ku doza zewaca di temenê zaroktiyê de yek ji bandora vê tundiyê ye.
Gera li hezkirinê!
Zarokên keç bi biçûkanî tên zewicandin, derfeta ku keç temenê xwe bijî, xwe nas bike û dora xwe fêm bike jê tê standin. Dema ku ew keç an jî xort mezin dibe û dikeve pêvajoya naskirina xwe û derdorê, dikevin gera li hezkirina rastîn. Gera li hezkirina piştî zewaca zaroktiyê bûye sedem ku tundî zêde dibe, hevjîn li derveyî jiyana hevjîniyê li hezkirinê bigerin, ev dozên hevberdanê zêde dike û îxanetê bêsînor dike.
Hemû berpirsyariyan li jinan bar dikin
Ji bo wê tundiya elektronîk tundiya herî bibandor a nayê dîtin e. Mêr an hevjîn li malê, li kolanê û her derê ji mijûlbûna bi telefonê re derdora xwe ji bîr dikin, hemû berpirsyariyan diavêjin ser milê jinan û dîsa xwe wekî berpirsyar dibînin. Gava ku zarok an kesek zirarekê dibîne, jin û dayikan sûcdar dikin bêyî ku bizanibin rola wan di vê bûyerê de çi ye. Teknolojiya ku bûye beşek girîng ji civakê divê bi zanebûn were bikaranîn.
Xweziya bi rojên berê
Herkes xweziya xwe bi roj û zemanê berê tîne, gava herkes li dora sobeyê kom dibûn û li çîrokên dapîrên xwe guhdarî dikirin û hewayek germ û hevgirtî çêdibû, heta xew bi tahm bû. Demên ku herkes li hev guhdarî dikir, êşên hev fêm dikirin û pêwîstî bi qêrînê nedidîtin. Niha bûye ku kes li kesî guhdarî nake û êş û azarên wê/î fêm nake û jê direve da ku guhdar neke, ji ber ku ji gundarîkirinê zû diwestin. Gotina çîrokan û serpêhatiyan êdî şevên niha germ nake, ji ber nayê gotin. Çîrokên li ser medyayê tê guhdarîkirin û gelek caran nayên guhdarîkirin û dibe ku rastiyên dîrokî jî werin berovajîkirin. Çîrokên ji devê dapîran dihatin der û derbasî nifşan dibûn, rastiyek wê hebû her çiqas xeyalî jî be.
Parvekirin li ser medyaya civakî ne
Loma piraniya kesan berê xwe didin malperên medyaya civakî û li wir hewl didin bi rêya postan pirsgirêkên xwe ne bi zelalî jî be, binivîsin bêyî ku çareseriya wan bibînin. Pirsgirêk di rastiyê de pir in lê li ser medyaya civakî li çareseriya wan digerin. Malperên medyaya civakî civak li dora xwe kom kirine û civakbûyîn lawaz kiriye.
Rîskên ku dikarin ewlehiya zarok tehdît bikin, dikarin wî bi îstîsmar, tundûtûjî yan îstismarê re rû bi rû bihêlin. Ev yek di tenduristî, pêşkeftina laşî û derûnî û hevsengiya derûnî ya zarok de xuya dibe. Lê ne niha di dema ku roj bi roj mezin dibe.
Gera li çareseriyan
Ne tenê zarok, jin û hemû endamên civakê pêwîstiyê bi hişyarbûnê nabînin, lê ev xalek girîng e ku pêwîst e herkes li çareseriyan bigere, an wê di çend salên pêş de mirov ji mirovbûna xwe dûr bikevin. Civakên ber bi azadiyê ve dimeşin, daxwaza edalet û wekheviyê dikin, divê ku pirsgirêk û tundiyên wiha bibînin û çareseriyan zûtir biafirînin.
