3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ewropa telefonan li zarokan qedexe dike

Welatên Ewropayê ji bo pêşketina mêjiyê zarokan û liv û tevgera wan, telefonan li zarokan qedexe dikin. Danîmarkayê li zarokên heta 15 salî telefon qedexe kir. Lê li Tirkiyeyê bikaranîna telefonan ji bo zarokan serbest e.

Li gorî nûçeyên ajansên neteweyî heta 6 mehên ewil ên 2025an ji 8.2 milyar nifûsa cîhanê 7.4 milyar mirov telefonên biaqil bi kar tînin. Ev jî nîşan dide ku li cîhanê ji sedî 85-87ê mirovan telefonên biaqil bikar tînin.

Li Tirkiyeyê telefonên biaqil îro ji sedî 90 li destê her kesî ye. Bi taybetî dayik û bav ji bo zarokên xwe bêdeng bikin û zêde bi zarokên xwe re mijûl nebin, telefonan dixin destê zarokên xwe û zarokan bi telefonan aş dikin. Şîrketên telefonan, ji xizmeta ragihandinê zêdetir bernameyên ku zarokan bi xwe ve gire bidin bar dikin û hiş û aqilê zarokan didizin. Ji bo şîrketên telefonan, piyase çiqas zêde telefonan bixwaze, ewqas li karê ne. Lê kesên telefonan distînin ji pêdiviyê zêdetir li dijî pêdiviyan bi kar tînin. Herî zêde zarok dikevin kemîn û kozika van telefonan. Lê dayik û bavên zarokan tenê temaşe dikin.

Ewropa telefonan qedexe dike

Ajansên neteweyî balê dikişînin ser helwesta welatên Ewropayê ya li dijî zarokên ku telefonan bi kar tînin. Welatên endamên Parlamentoya Ewropayê (PE), bang li Yekîtiya Ewropa (YE) dikin ku temenê bikaranîna medyaya dijîtal/civakî bibe 16 sal. PE dixwaze ku zarok heta 16 saliya xwe medyaya dijîtal bikar neynin.

Li gorî lêkolînan zarokên ku li dibistanê û malê telefonan bi kar tînin ji dersên xwe kêm dimînin û ji civakîbûna xwe dûr dikevin. Li gorî lêkolînan ji ber ku telefon zerarê dide zarokan, Kraliyeta Yekbûyî û Almanyayê bikaranîna telefonan û amûrên tijîtal, li polan li zarokan qedexe kir.

Dîsa welatên wek Hollanda, Fransa û Norveçê telefon û cîhazên dijîtal li polên dibistanê qedexe kir. Pispor destnîşan dikin ku zarok çiqas zêde telefonê bi kar bînin, ew qas hişê wan kêm dibe û bandoneke neyînî li ser liv û tevgera wan dibe. Dîsa hestên wan ên civakî û xwezayî ji hev qut dibin.

Her wiha hikûmeta Danîmarkayê, meha mijdara vê salê, ji bo zarokên heta 15 salî peymaneke siyasî aşkere kir. Li gorî vê peymanê divê zarok heta 15 salî medyaya dijîtal bi kar neynin.

Serokê Danîmarkayê Mette Frederiksen, telefona biaqil wekî cinawir pênase dike. Mette Frederiskon destnîşan dike ku telefon û medyaya dijîtal zaroktiya zarokan ji wan didize. Dîsa bi bîr dixe ku zarokên temenê wan 11-19 salî û telefonê bi kar tînin ji çand û ruhê civakbûnê dûr dikevin.a

Welatên herî zêde telefonê bikar tînin

Zanîngeha McGill ku li Kanadayê ye, ji 2014an heta 2020an, li hemû cîhanê raporek amade kir. Li gorî raporê welatê herî zêde telefonê bi kar tîne Cîn e; welatê duyemîn Erebistana Siûdî, Tirkiye di rêza 8emîn, DYA 18emîn, Fransa ji dawiyê rêza 2yemîn û Almanya jî di rêza herî dawî de ye. Li gorî lêkolînê Almanya û piştre Fransa ew welat in ku herî kêm telefon tê bikaranîn.

Ji sedî 70 zarok telefonê bi kar tînin

Li gorî lêkolîna TUÎKê ya 2024an, li Tirkiyeyê, ji sedî 90,3- 92,2yê zarokan înternetê bi kar tînin. Sala 2021ê, bikaranîna înternetê ya zarokan ji sedî 82,7 bû. Ev rêje, sala 2024an, gihîşt ji sedî 91,3yî. Li gorî lêkolînê, ji sedî 76,1ê zarokan telefonên biaqil bi kar tînin.