3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Emîna Omer: Em ê ji bo mafên xwe têbikoşin

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer got: “Piştî hilweşandina Rejîma Baas rejîmeke din bû desthilatdar. Kiryar û siyaseta vê rejîmê li dijî jinan e. Heta niha jî tundiyeke siyasî li ser jinan tê meşandin. Em ê ji bo mafên jinan û wekheviya jinan li ser hevpeymaniya jinan di nava xebatan de bin.”

25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî her sal ji aliyê jinan ve tê pêşwazîkirin. Jinên ku îsal jî li dijî tundiyê li kolanan bûn xwestin ku rê li tundiya mêran bigirin. Jinên ji neteweyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25ê Mijdarê pêşwazî kirin niha di bin xetereya tundiya desthilatiya HTŞê de ne.

Em der barê der barê pêşwazîkirina 25ê Mijdarê û desthilatiya nû de bi endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer re axivîn.

Emîna Omer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Hevbeş a Tevgera Rêxistinên Jinan 25ê Mijdarê pêşwazî kiriye û got: “Me îsal bi dirûşmeya ‘Em civaka komûnal û demakratîk ava dikin da ku tundiyê bi dawî bikin’ 16 rojan çalakiyan li darxist. Hemle di 15ê mijdarê dest pê kir di 30 mehê de bi dawî bû. Di nav van rojan de gelek panel, komcivîn, serdanên saziyan û semîner pêk hatin û li hemû kantonan meşên girseyî pêk hatin.”

‘Em ê civakeke bê tundî ava bikin’

Emîna Omer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand meşa ku mêran li dijî tundiyê li dar xist û wiha wiha axivî: “Mêran jî helwesta xwe di van meşan de anî ziman. Digotin, em vê rojê şermezar dikin û em dixwazin vê tundiyê bisekinînin. Jixwe platforma ragihandinê jî li cem me bû û 6 jin tev li vê platformê bûn. Bi taybetî jî li ser 25ê Mijdarê nîqaş hatin kirin û gotin, wateya vê rojê çi ye? Li ser vê astê gelek pirs hebûn. Ji bo vê yeke platform hat avakirin. 30ê mehê paneleke bi girse li Raqayê çêbû. Weke Platforma Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên me hene. Ji van rojan ve helwestên xwe didin xuyakirin. Em ne ji bo tundiyê ne û em tundiyê red dikin û tu carî qebûl nakin. Em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin, heta ku em civakeke bêtundî ava bikin.”

‘Em dibînin xetereyeke mezin li ser mafê jinê heye’

Emîna Omer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku daxwaza wan a mezin ew e ku hevkariya jinan xurt bikin û ev tişt got: “Piştî hilweşandina Rejîma Baas a Sûriyeyê îro rejîmeke din hatiye ser Sûriyeyê. Kiryar û siyaseta vê rejîmê li dijî jinan e. Heta niha jî tundiyeke siyasî li ser jinan tê meşandin. Jinan dûrî siyaset, parlementoyê û rola wan dixe. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mafên jinan û wekheviya jinan li ser hevpeymaniya jinan di nava kar û xebatan de ne. Ev rewşa ku Sûriye tê de derbas dibe ne li gorî rewşa jinan e. Heta niha jî tu mafê jinan nehatiye bicihkirin. Hikûmeta demkî tu girîngiyê nade rola jinan. Heta niha jî jin nekiriye şirîka esasî. Hewldanên me ew in ku em di ser asta cihanê de têkiliyên xurt ava bikin, em tu carî qebûl nekin û nehêlin ku mafê jinan di bin vê hikûmeta demkî de têk diçe. Em dibînin xetereyeke mezin li ser mafê jinan heye. Daxwaza me yek jê ew e ku jin hevkariyeke xwe ya xurt çêbikin.”