3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Amedê: Em ê ji bo Hewselê berpirsiyariya xwe bicih bînin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî nûçeya Ajansa Welat a der barê talankirina Baxçeyên Hewselê de daxuyanî da û destnîşan kir ku li dijî sûcên tên kirin dê berpirsiyariya xwe bicih bîne.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî nûçeya Ajansa Welat a bi sernavê “Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!” daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Ajansa Welat di nûçeya xwe de bal kişandibû ser kambaxkirin û talankirina Baxçeyên Hewselê û bi hûrgilî û berfirehî vîdeo nûçeyek amade kiribû. Piştî vê nûçeyê parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren pêşniyazpirsek dabû Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Tirkiyeyê.

Wezaret li ser vê pêşniyazpirsê bi Walîtiya Amedê re ket nava danûstandinê. Beriya 10 rojan hevşaredara Amedê Serra Bucak û Waliyê Amedê Murat Zorluoglû der barê talana li Baxçeyên Hewselê de civînek li dar xistibûn.

Paşê jî Lijneya Koordînasyona Parêzgehê bi serokatiya Waliyê Amedê li ser mijarê gotûbêj hatine kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derheqê mijarê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Her wiha di daxuyaniyê de li dijî hin kargehên ku li derûdora Çemê Dîcleyê û Pira Dehderî de bi awayekî neqanûnî hatine çêkirin û çend roj in li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê propagandaya ne rast tê kirin, hatiye nirxandin.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Pêwîstî bi daxuyaniyekê çêbûye der barê propagandaya reş de ku ev demek e li ser Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê, yên ku 8 hezar sal in bê navber çandinî lê tê kirin û di dîroka 12 hezar salî ya bajarê me de cih digirin û di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ne, ji aliyê hin komên berjewendiyê ve bi rêyên ku ne xwedî nirx in, tê kirin.

Mixabin, Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê ku li navçeya me ya Sûrê ne, ji ber hilberîna xwe ya çandiniyê, cihêrengiya xwe ya biyolojîk, bîra xwe ya çandî û cihê jiyana hevpar a gel xwedî nirxek bêhempa ne, di bin xetereyeke cidî de ne. Ev mîrat, ku ji bilî çalakiyên çandiniyê yên li ser qada 2 hezar û 800 donimî, “depoya oksîjenê” ya bajêr e, gav bi gav tê tunekirin. Herwiha ev bihuşta xwezayê ya ku penageha gelek mamikên wekî ji zêdeyî 180 cureyên çûkan, kêzik, ajalên bejî, seyên avê, kûsî, req, rovî, sansûr, simore û jûjiyan e, hema hema rû bi rûyê hilweşîneke mezin a mirovî ye. Ji bilî avahiyên neqanûnî yên li dora faunaya xwe ya dewlemend, bihûşta me ya xwezayê ji ber zibil û dermanên ku di warên çandiniyê de tên bikaranîn, di xetereya windabûnê de ye.

Qeyûman destûra kafeyan daye

Tevî hemû tedbîrên ku me girtine, hema hema her roj bi rêyên qaçax û veşartî moloz li Baxçeyên Hewselê û perava Çemê Dîcleyê têne darêtin û gav bi gav dîwarên beton bilind dibin. Ev hilweşandina ku ji aliyê destê mirovan ve tê meşandin, ekosîstema herêmê xirab dike; cureyên zindî yên wekî masî û çûkan kêm dike. ‘Karsaziyên’ piçûk ên ku bi efûyên îmarê yên ku berê hatibûn derxistin û wekî encama belgeya ‘tomarkirina avahiyê’ ya ku ji aliyê Midûriyeta Parêzgehê ya Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatibû dayîn, hatibûn vekirin, di demê de veguherîne qadên bazirganî yên mezin. Mixabin di dema 8 salên qeyûman de ji bo bi dehan kargehên wekî qehwexane, salonên dawetan, platformên kişandinê, kafe, xwaringeh, çayxane, xwarin û taştêyê yên ku niha dibin sedema qirêjiyê, lîsansên karsaziyê hatine dayîn. Perava çem bi temamî bi moloz û betonê hatiye dagirtin. Kirêtiya dengî ya ku çêbûye û zêdebûna hatin û çûyînên ziyaretkerên herêmî û biyanî yên herêmê di warê madî û manewî de gihiştiye astên nerehet.

Li hemberî van hemû pirsgirêkên berhevkirî, wekî îradeya hilbijartî ya bajêr, em mecbûr in ku li gel ax, av û hewaya xwe, hemû bermahiyên çandî û nirxên bajarê xwe biparêzin. Bertekên civakî yên zêde nîşan didin ku gel daxwaz dike ku talana ekolojîk were rawestandin. Em dizanin ku divê li hemberî sûcên bajêr tevbigerin û em ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya li hemberî van sûcan bi biryar in.

Gotûbêj hatiye kirin

Di vê çarçoveyê de; ji bo ku li hemberî rewşa Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê bê rawestandin, di Lijneya Koordînasyona Parêzgehê ya bi serokatiya Walî Murat Zorluoglu de mijar bi berfirehî hat gotûbêjkirin û biryar hat girtin ku ji bo destpêkirina çalakiyê, planeke çalakiyê were amadekirin. Niha di nava walîtiyê de li ser mijarê lijneyeke koordînasyonê hatiye avakirin û xebatên xwe didomîne.

Ev rantxwir derewan dikin

Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em careke din diyar dikin ku em ê helwesta xwe û biryardariya xwe ya li dijî kambaxkirina bihûşta xwezayê bidomînin, em ê serî li ber propagandaya reş netewînin û em ê nehêlin ku gel bi agahiyên çewt were manîpulekirin. Helwesta me li dijî ti ‘malbat, ‘şîrket’ û hwd. karsaziyan nîn e. Helwesta me li dijî wan kesan e ku bi karsaziyên piçûk dest pê dikin û sînorên xwe gelek caran derbas dikin û hewa, av û axa me qirêj dikin. Berpirsiyariya me ya dîrokî ya li hemberî vî bajarî deynê stûyê me ye. Sedema sereke ya propagandaya reş a li dijî nasnameya sazî ya Şaredariya Bajarê Mezin û hevşaredaran, xwesteka domandina rant û çerxa gendeliyê ye. Ev rantxwer, bi gotinên wekî, ‘Ew camî û mizgeftan dirûxînin’ rasterast derewan dikin û hest û hesasiyetên dînî yên gel îstismar dikin.

Em diyar dikin ku gelê me li ser hemû pêvajoyê agahdar e û em ê xebatên siberojê jî bi awayekî zelal û aşkere bi raya giştî re parve bikin. Parastina Hewselê û Dîcleyê, ne tenê parastina qadekê ye; parastina nefes, jiyan û paşeroja vî bajarî ye. Ev erka parastinê ne tenê berpirsiyariya rêveberiyên xwecihî ye, lê belê berpirsiyariya hemû pêkhateyên bajêr e.

Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”