Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, ji rojnameya Turkgunê re axivî. Di beşa ewil a hevpeyvînê de ku dê sê rojan li ser hev bê weşandin, Bahçelî li ser mijarên di rojevê de sekinî.
Bahçelî ku pirsên têkildarî asta pêvajoyê bersivandin, pêvajoyê wekî “Armanceke neteweyî û dîrokî” şîrove kir.
Bahçelî xwest ku aqûbeta pêvajoyê bi xêr be û got: “Gava herî muessîr a dîroka komarê ye. Di vê astê de qethiyen tawiz an jî dudiliyeke biçûk jî tune ye. Tîr ji kevanê pekiyaye. Keştî hatine şewitandin. Biryardayîna me ne cihê nîqaşê ye. Êdî divê her kes hesabê xwe li gor vê bike.”
Devlet Bahçelî destnîşan kir ku sedsala nû di heman demê de sedsala aştî, aramî û xweşk û biratiyê ye û got: “Dê yekîtiya neteweyî û piştevanî mohra xwe li binî vê sedsalê deyne. Bêyî cudakarî bê kirin dê yekpareyî pêk bê. Tirkiyeya ‘bêteror’, Tirkiyeya ku yekîtiya xwe pêk aniye. Tirkiyeya ‘bêteror’, Tirkiyeya ku ji êş û azaran rizgar bûye. Divê ev rastî bê dîtin û zanîn.”
