3 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

 Îran li Wanê seferatxanê vedike

Di hevdîtina di navbera Wezîrê Karên Devrve yê Tirkiye Hakan Fîdan û hempîşeyê wî Abbas  Arakçî de li Tehranê du roj berî niha pêk hatî de, Arakçî ragihand ku biryar dane li Wanê seferatxaneyê vekin.

Wezîrê Karên Devrve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya hevdîtinên dîplomatîk de di 30yê mijdarê de li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ve hat cem hev. Hat zanîn ku mijara sereke ya hevdîtinê siyaseta nû ya proaktîf a Îsraîlê bûye mijara sereke. Di daxuyaniya hevpar a Fîdan û Arakçî de mijara hat daxuyandin ku her du dewlet jî amadene ku têkiliyên di aliyê ewlehî û aboriyê de pêşve bibin. Wezîran diyar kir ku ji bo deriyên nû yên sînor, hêsankirina hatinûçûnê û rêyên nû yên bazirganiyê dê bi hev re bixebitin. Wezîrê Îranê Arakçî anî ziman ku ji bo pêşxistina têkiliyan li Wanê sefaretxaneyek nû vekin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya farsan; Fîdan û Arakçî herî zêde li ser talûkeya Îsraîlê û tedbîrên li dijî wê bên girtin, rawestiyan e. Hakan Fîdan di daxuyaniya hevpar de jî bal kişandibû ser mijarê û wiha gotibû: “Ji ber Îran û Tirkiyeyê gefa herî mezin li Rojhilata Navîn Îsraîl e. Rewşa Xezeyê, Lubnan û Sûriyeyê polîtîkayên emperyal ên Îsraîlê baş radixin ber çavan.” Fîdan li dijî pêdankirinên li ser Îranê jî nerazîbûna Tirkiyeyê anî ziman û xwest ku ambargo bê rakirin. Her du wezîran diyar kir ku dê Konseya Hevkariyê ya Bilind a Îran-Tirkiyeyê di asta serokkomaran de nêz de bicivînin.