Gelek sînemager, çêker, derhêner û aktor beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bûn. Mihrîcanê careke din renginiya xebatên sînemayê nîşan da û di vê xaknîgariyê de çirûska hêvîyeke nû afirand
Li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, 5emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi coş û biryardariyeke mezin hat lidarxistin. Mihrîcana îsal diyarî 283 zarokên kurd hat kirin ku di Komkujiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Mihrîcan 13ê mijdarê dest pê kir û heta 20ê mijdarê berdewam kir. Ev mihrîcan çalakiya sînemayî ya herî girîng a herêmê tê hesibandin û bi vegera mihrîcanê re piştî pênc salan, hebûna sînemayê xwe nû dike. Nexasim di jîngehek civakî û çandî de ku hem bi cihêrengî û hem jî bi zehmetiyan ve tê naskirin, wekî alavek ji bo berxwedana çandî û avakirina bîreweriya kolektîf e.
Mihrîcan bi temaya ‘çîrokên hevpar, sînemaya azad’ hat lidarxistin. Ev tema, cewherê projeya çandî ya ku mihrîcan hewl dide bi dest bixe dinasîne. Ji ber ku sînemaya Rojava li ser têgihek ku hunerê bi civakê ve girê dide tê avakirin.
Kesên ev mihrîcan li dar xist bawer dikin ku ‘sînemaya azad’ ne tenê gotinek e yan jî derbirînek hunerî ye; pratîkeke ku nirxbûyînê vedigerîne dengên gelên çewisandî û paşguhkirî. Her wiha çîrokên alternatîf li hemberî çîrokên serdestan diafirîne. Jixwe temaya îsal jî têkiliya mihrîcanê ya bi erdnîgarî û ramyariya Rojava nîşan dide.
Mihrîcana îsal piştî pênc salan hat lidarxistin. Ev jî gaveke çandî ya wêrek nîşan dide. Her wiha li herêmekê ku şert û mercên siyasî û ewlehiyê yên aloz hene, berdewamiya hebûna hunerê teqez dike.
Mihrîcan di salvegera bîranîna trajedîya Sînemaya Amûdê ya 1960î de dest pê kir. Bi rêya vê bîranînê, mihrîcan ne tenê qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tîne; di heman demê de vê bîranîna êşdar vediguherîne bangek ji bo berpirsyarî û hişyariyê. Ji bo avakirina têkiliyeke nû ya di navbera civak û sînemayê de, têkiliyek li ser ewlehî, azadî û rêzgirtina mafê xelkê di çandê de hatiye avakirin.
Bername û çalakiyên mihrîcanê
Li gorî komîteya amadekar, ji deverên cuda yên cîhanê nêzîkî 120 fîlm ji mihrîcanê re hatin şandin. 86 fîlm ji bo nîşandanê hatin hilbijartin. Fîlm li ser çend kategoriyan hatin belavkirin; fîlmên dirêj û kurtefîlm, belgefîlm. Her wiha berhemên serbixwe ji Sûriye, Kurdistan û Ewropayê…
Mijarên fîlman cur bi cur bûn. Di nav van mijaran de nasname, koçberî, rizgariya jinê, bandora şer û bîreweriya kolektîf hebûn. Her wiha rola jinan, hem bi hebûna derhênerên jin ên ciwan û hem jî bi fîlmên ku li ser ezmûn û berxwedana jinan disekinin, destnîşan kir.
Li gel nîşandana fîlman, semîner û panelên derbarê mijarên girêdayî sînemayê jî hatin lidiarxistin. Her wiha 2 kargeh ji bo mijarên derhênertiya dîmen û çêkirina fîlman cihê xwe di nav bernameyê de girtin.
Gelek sînemager, çêker, derhêner û aktor beşdarî mihrîcanê bûn. Vê yekê hem rengîniya xebatên sînemayê nîşan da hem jî di vê xaknîgarê de çirûska hêviyeke nû ji bo Sûriyeyê afirand.
Mihrîcana Rojava nîşan da ku rola sînemayê ne tenê celebeyek şahiyê, di heman demê de kirineke berxwedanê û depoyek bîranînê ye jî. Di navbera bîranîna trajediya rabirdûyê û pêşwazîkirina pêlek nû ya fîlmên serbixwe de, mihrîcan nîşan dide ku çîrokên hevpar dikarin cîhên ji bo diyalog û lihevhatinê biafirînin. Her wiha sînema dikare li cîhanekê bibe dengek alternatîf ku bi deng û pevçûnan tijî ye.
Xelatên mihrîcanê
* Xelata başritîn a belgefîlman: All The Mountains Give/Arash Raksha
* Xelata baştirîn a kurtefîlman: Bint El Shelebiye/ Shero Heideri
* Xelata baştirîn a fîlmên kurdî: Hêvî/ Orhan Înce
* Xelata baştirîn a fîlmên navneteweyî: Xoftex/Noaz Desh
* Xelata beşa senaryoya dirêj: Bin Xet/Gulê Welat
* Xelata beşa senaryoya kurt: Deriyê Asêkirî/Nesrîn Farqîn
* Xelata Ş. Xelîl Dax a Sînemaya Azad: Hêza/Derya Denîz
* Xelata Rûmetê ya Jurî ya Taybet: Serê Kaniyê
* Xelata Menice Haco ya Jina Azad: Bottleneck/Anna Zêpa û Carlos Segundo
* Xelata Sirri Sureya Onder ya Demoqrasî û Mafê Mirovan: Ropewalker Memories/ Hamed Rajabi
* Xelata Ş. Mazdek Ararat ya Kedê: Rojbaş/Ozkan Kuçuk
* Xelata Taybet a Qasim Engîn a Bîrê: Rêzefilma Vejîna Kurd
