Li taxa Xebat a Hewlêrê, li bajarokê Kelek ê navçeya Berdereş a Dihokê, li bajarê Mûsil û navçeya Xebat, li dijî zilm û zordariya çekdarên PDK’ê li ser xelkê gundê Lacan, çalakî kirin û êrîşên PDK’ê şermezar kirin.
Welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ber kuştin û neçarkirina derxistina gelê gundê Lacan ji gundê wan a bi darê zorê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve derketin kolanan û bi tundî li dijî van kiryarên PDK’ê rabûn. Her wiha piştgiriya xwe ji welatiyên gundê Lacan re nîşan dan.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, şeva borî hêzeke ser bi PDK’ê ve bi çekên giran, wesayîtên leşkerî û droneyan êrişî ser xelkê gundê Lacan kirin û dest bi girtina hejmarek welatiyên ji gund kir. Di destwerdana çekdarên PDKê ya li ser xelkê gund de kuştin û birîndarbûn çêbû. Hêzên PDKê îro jî vegeriyan gundê Lacan û xelkê gund bi darê zorê neçar dikin ku gundê xwe vala bikin.
Çalakgeran, ev kiryar û polîtîkaya PDKê weke polîtîkayên rejîma Baas a Iraqê ya li dijî gelê kurd pênase dikin û bi tundî şermezar kirin.
