1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê her sal Meşa Rûmetê ya Berastengan li dar bixin

DEM Partiyê bi boneya Roja Berastengan daxuyaniyek da û got ku dê di roja yekşemê ya her meha gulanê de Meşa Rûmetê ya Berastengan li dar bixe.

Komîsyona Berastengan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya 3yê Kanûnê Roja Berastengan a Cîhanê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hevberdevka Komîsyonê Hatîce Betul Çelebî daxuyanî xwend û wergêra zimanê îşaretê jî Tugba Ersoz kir.

Hatîce Betul Çelebî diyar kir ku her sal di 3yê Kanûnê de hema gotinên jiberkirî tên kirin û heta niha ji bo Berastengan gelek xebat hatine kirin lê kêm in.

Bi domdarî Hatîce Betul Çelebî anî ziman ku hesasiyeta li dijî Berastengan kêm e û wiha pê de çû: “Û ev tevek şano ye. Em naxwazin êdî bibin parçeyeke vê şanoyê. Weke DEM Partiyê dê 3yê Kanûnê her sal ji bo me bibe roja xebitandina mekanîzmayên rexne û rexnedayînê bê me çi kiriye çi nekiriye û bibe roja hevrûbûnê. Em bi xwe dê çîroka xwe binivîsin.”

Hatîce Betul Çelebî da zanîn ku ew ê her sal di yekşema ewil a meha gulanê de Meşa Rûmetê ya Berastengan li dar bixin û ev bang kir: “Em ê di 3yê gulana 2026an de li Amedê meşê li dar bixin. Em banga tevlibûnê li her kesî dikin.”