1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hikûmeta demkî kîndarî û fitneyê di navbera pêkhateyan de gur dike’

Rêveberiya Xweser, bi boneya salvegera dagirkirina Efrîn-Şehbayê ji hêla dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ve daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Di ser koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrîn û Şehbayê re salek derbas bû. Di 2yê kanûna 2024an de bi sed hezaran ji gelê me neçar ma malên xwe terk bike û ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçe.

Ji dema dagirkirinê (2018) ve komên çekdar ku tevahî nirxên mirovî û peymanên navneteweyî binpê kirin, gelek êriş û binpêkirinên sîstematîk, hemû cureyên tacîz, koçberî û desteserkirina milkan li dijî gelê Efrîn-Şehbayê pêk anîn. Ev binpêkirin heta roja me ya îro berdewam dikin, ji ber ku desthilata demkî ya Sûriyeyê nikare wan koman kontrol bike, dibe ji kiryarên wan jî razî ye. Ev jî dihêle ku birîna şêniyên me vekirî bimîne û heta niha nekewiyaye.

Tevî ku ji dema rûxandina rejîma Baasê ve guhertin di qada Sûriyeyê de pêk hatin, lê heta niha rê nayê dayîn ku şêniyên me yên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên din bi awayekî ewle vegerin bajarên xwe, malên xwe û zeviyên xwe. Ji bo vegera ewle pêk were tevgereke lezgîn a nîştimanî û navneteweyî hewce dikin ku mafên vegerê, rawestandina binpêkirinan û jiyaneke birûmet ji tevahî sûriyeyiyan re mîsoger bikin.

Dosyaya koçberan yek ji rojevên me yên sereke ye. Em bi domdarî vê dosyayê di civîn û hevdîtinên xwe yên ligel hêzên siyasî û civakî û navneteweyî nîqaş dikin, ji ber ku dosyayeke navendî ye. Bêyî vegera ewle, qedandina dagirkeriyê û rawestandina binpêkirinan aştî û ewlehî li Sûriyeyê pêk nayên. Vegera şertekê bingehîn ên avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ye. Em bang li civaka navneteweyî bi hemû rêxistin û saziyên wê yên navneteweyî û dewletên xwedî bandor di dosyaya Sûriyeyê de dikin ku mercên guncav ji bo vegera ewle ya koçberên bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin, amade bikin.

Herwiha em îro dibînin ku rewşeke gotinên nefretê, tevlihevî û handana tundiyê bi pêş dikeve ku aliyê platformên ragihandinê ve têne kirin. Di heman demê de di axaftinên siyasî ve yên di xwepêşandanan de û li ber çavên rayedarên hikûmeta demkî ya li Şamê têne lidarxistin. Hikûmeta demkî gotinên kîndarî û fitneyan di navbera pêkhateyan de gur dike. Ev nêzîkatî hewldanên her projeyeke ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser esasê demokrasî, edaleta civakî û jiyana hevbeş asteng dikin. Berdewama van nêzîkatiyan xizmeta dijminên aştiyê tenê dike û dihêle ku temenê aloziyê dirêj bibe û parçebûnê di nava gelê Sûriyeyê de çêdike. Li ser vê yekê divê desthilata veguhêz a Şamê helwesta xwe li hemberî van provokasyonan û gotinên kîndariyê bide. Herwiha hesab ji çi kesên ku van kiryaran dikin û dibin sedema astengkirina hatina sûriyeyan a li gel hev bipirse.

Pêkanîna armancên şoreşa Sûriyeya bi mîsogerkirina vegera ewle ya koçberan a li warê xwe, diyaloga navxweyî ya rasteqîn a dûrî dûrxistin û paşguhkirinê dest pê dike ta Sûriyeke demokratîk a nenavendî ku mafên tevahî gelê wê mîsoger bike, ava bibe.”