Di meha mijdarê de li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê de li Sûriyeyê bûyerên kuştine berdewam kirin. Rojane bi dehan bûyerên kuştin bi sedemên teqîna mayînan, pevçûnên herêmî û kuştina kesan pêk tên.
Li gorî ANHAyê, di mijdarê de li deverên cuda yê Sûriyeyê, jin û zarok jî di nav de 170 kes hatine kuştin. Ev bûyer li bajarên, Hums, Hema, Deraa, Laziqiye, Siwêda, Dêrazorê, Şam û gundewarê wê, Tedmurê û gundewarê Helebê pêk hatine.
Di vê mehê de, ANHAyê kuştina 170 kesan, di nav de jin û zarok, belge kir. Ji wan 21 zarok ji ber mayînên ji şer mane li deverên wekî gundewarên Hama û Îdlibê jiyana xwe ji dest dan, hinên din jî ji ber gulebarana rasterast di dema nakokî yan pevçûnên malbatî de, an jî di encama tundiya çekdarî de li bajarên wekî Şam, Hums, Heleb û Îdlibê hatin kuştin.
Herwiha 13 jin di şert û mercên cuda de hatine kuştin. Hin ji wan ji aliyê çekdaran ve li mal an jî cihên giştî hatine gulebarankirin, hinên din jî ji ber mayînên ji şer mane yan jî di encama tundiya navmalî de jiyana xwe ji dest dane.
Ev hejmar kuştiya rewşa tevlihev û bêewlehiyê û nebûna pergaleke parastinê ya bi bandor ji bo sivîlan, li van herman nîşan dide.
