1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sermuzakerevan Rêber Abdullah Ocalan e  

Tirkiye bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê re, ji bo meseleya xwe ya esasî ya pirsgireka kurdî li rêbazên çareseriya navxweyî digere. Li rêyên lihevkirinê digere ku ev bi çareserkirina pirsgireka kurdî dikare pêk were.

Gelo mirov çawa dikare bi kûrahî dest bi honandina hevok û analîzên têkildarê vê pêvajoyê bike ku pêvajoyê li ser esasê çawaniya wê bi tevahî hûrguliyên wê bi raya giştî bide fêmkirin? Hefteya borî çavên herkesî li çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê bû ku me henaseya xwe girtibû û li benda xeberek xweş a vegera komîsyonê ya ji girava Îmraliyê bûn. Bala raya giştî ya Tirkiyeyê li ser çûyîna komisyonê ya Îmraliyê hatibû kilîtkirin. Çûyîna komîsyonê ya girava Îmraliyê, li seranserê dinyayê deng veda. Piştî hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî û şûnde, hat gotin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk derbasî qonaxeke nû ya avakirina hêza çareseriyê bûye. Ev xebera xweş, li ba gelê kurd bû sedema kêfxweşiyê. Eger ku em îro vê hevokê tînin ziman, di wateya erênî de gava hat avêtin girîngiya xwe gelek e.

Bêguman ev gav hema wilo ji nişka ve nehatiye avêtin. Hetanî kêliya pêkanîna wê jî, di gelek qonaxên zor û zehmet de bi dehan caran li astengiyan qelibî. Di encama hewldan, ked û têkoşîneke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de pêkhatina vê hevdîtina rasterast gelek wateyên xwe yên cuda hene. Piştî vê gava girîng a çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina bi rêzdar Ocalan re pêk anî, rê li ber gelek nîqaşên pûç ên di çapemeniya tirk de hat girtin. Çapemeniya tirk ji nîqaşkirina pêvajoyê zêdetir, muxatabgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi nîqaşên provakatîf raya giştî gur dikir. Piştî hevdîtina komîsyonê ya parlamentoyê pêşî li ber wan nîqaşan bi tamamî hat girtin. Ruhê pêvajoyê veguherî rengê esasî yê xeta çareseriya demokratîk. Rê li ber nîqaşên spekulatîf bi yek carê hat girtin. Abdullah Ocalan, weke sermuzakerevanê pêvajoya aştî û çareserkirina pirsgireka kurd hat guhdarîkirin. Sermuzakerevanê pêvajoya çareseriyê; Rêber Abdullah Ocalan e. Ocalan; weke aktorê sereke yê pêvajoyê muhatab hat girtin.

Tirkiyeyê bi banga Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê re, ji bo meseleya xwe ya esasî ya pirsgirêka kurdî li rêbazê çareseriya navxweyî digere. Li rêyên lihevkirinê digere ku ev bi çareserkirina pirsgireka kurdî dikare pêk were. Di vê dema tevlîhev a derbasbûnê ya demokrasiyê de, pêdiviya kurdan a bingehîn bi parastina hiqûqê û misogerkirina mafên zagonî heye ku divê ev maf pêk werin. Yan jî pêvajo bi pêşnakeve. Ji vir û pê ve tiştên esasî ku bên kirin naskirina mafê kurdan e ku divê bên misogerkirin. Pêkanîna edaletê, naskirina hemwelatîbûna azad, wekheviya civakî ya gelê kurd û gelê tirk, pêkanîna hiqûqê û vesazkirina zagonên bingehîn e.  Mafên kurdan divê bi guhertina qanûnan werin parastin ku pêvajo li ser herdu lingan bimeşe. Ji dûr ve temaşekirina li pêvajoya aştî û civaka demokratîk, dê pêvajoyê ber bi encamên serketî ve nebe. Ji bo wê jî pêdivî bi fêmkirin, nirxandinên kûr ên berfireh heye ku gavên dualî yên ji bo çareseriyê bên xurtkirin. Bi danûstandinên li gel civakê, lidarxistina civînên girseyî yên bi hemû bawerî û rengên civakê re pêvajo di nav pêkhateyên cuda yên civakê de jî bê nîqaşkirin. Ji bo fêmkirina tevahî rehengên esasî yên vê demê, divê dewlet astengiyan ên li ber siyaseta demokratîk bi temamî bi dawî bike ku civak bi nîqaşên xwe tev li pêşvebirina aştiyê bibe. Gengaz e ku saziyên dewletê, ji bo vê yekê xebatê bikin. Pêwîst e civak ruhê vê pêvajoyê, ku di stratejiya xwişk û biratiyê ya gelê kurd û tirk de ji nû ve şîn dibe, rastiya vê demê bi serketina herdu aliyan bigire dest. Pêkanîna vê jî bêguman bi rawestandina şer û avakirina aştiyê ye. Bi nijadperestiyê, ji pirsgireka kurdî re çareserî nayê dîtin. Veçirandin û hûnandina vê pêvajoyê, dê bi pêşxistina demokrasiyê pêk were. Civak ji dewletê, avêtina gavên şênber dixwaze. Di dîrokên cuda yên cîhanê de pêvojoyên aştiyê bi beşdarbûna aktorên civakî bi ser ketine, encam dane. Ji bo pêvajoyê divê nêrîn û  gumanên gelê kurd li ber çavan bên girtin. Girêdayî birêveçûna şekil û şemalê pêvajoyê rexneyên gel werin guhdarîkirin. Li ba gelê kurd bawerî bi dewletê nemaye. Bi gotina dayikeke aştiyê ku beriya bi çend rojan xemgîniya xwe anî ziman; “Serok Apo, ji bo me kurdan dinya fireh kir, kurd bi tevahî dinyayê dan naskirin, lê me ji bo wî tiştek nekir mixabin ew hê di zindana Îmraliyê de dîlgirtî ye.”

Pêvajo, 27ê sibata 2025an, bi wêrekiya hêza jixwebawer, bi ramanek pêşketî ku temsîla azadiyê ye, bi biryarek jidil gava xwe ya pêşiyê li pêşberî hemû cîhanê avêt. Ji tevahiya dinyayê re peyama “Em ji çareseriya demokratîk re amade ne” da û dest bi meşa xwe ya çareseriya rizgariyê kir. Bi vê perspektîfê rêya aştî û demokrasiyê hilbijart. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di çareseriya siyasî, demokratîk û pêşxistina diyaloga navbera hemû pêkhateyan de bi israr e. Kurd; çima aştiyê dixwazin? Em çima têkoşîna aştiyê didin ? Helbet sedemên wê hene, ji bo çareserkirina meseleya kurdî; ji bo avakirina komarek demokratîk têdikoşîn. Piştî wê banga dîrokî ya Ocalan, diviyabû îktîdara AKPê gavên şênber biavêta; rê li ber siyaseta demokratîk vekira. Mixabin pêvajo heta niha yekalî meşiya; lê ji îro û şûnde wiha naçe serî. Çareserî, bi avêtina gavên yekalî re serkeftin pêk nayê. Aştî bi hincetan, bi fen û fûtan pêk nayê. Qesra Beştepeyê li hemberê dilsoziya banga 27ê sibatê û gava dîrokî ya 11ê tîrmehê ku li şikefta Casenê çek hatin şewitandin heta îro gaveke cidî ya pratîkî neavêtiye. Li beramberî van gavên dîrokî, îktîdara AKPê ji bo çareserkirina pirsgireka kurdî ti plan û proje bi pêş nexistiye. Pêvajoya çareseriyê heta niha bi avêtina gavên yekalî, bi saya ked û israra rêzdar Ocalan û hewldanên Tevgera Azadiyê ku raber dike  xwe li ser piya girtiye! Liserpiyamayina pêvajoyê, nayê wateya ku pêşveçûyîn çêbûye. Pêvajo, li ser lingekê dimeşe. Hewldana qesrê ew e ku pêvajoyê li gorî berjewendiyên desthilatdariya xwe bi rêk û pêk bike. Hesabên wê, li gor berjewendiyên mana wê ya ser îktîdarê ne. Raberkirina polîtîkayên bi vî awayî yên astengkirina siyaseta demokratîk, pêvajo anî ber xitimandinê. Çavkaniya vê nêzîkatiyê, dewama polîtîkayên mêtînger e. Diviyabû ji zû ve pêvajo derbasî qonaxa 2yemîn bûbûya. Ji ber ku îktîdarê peywira xwe neanî cih û xwe neda ber barê çareseriyê li gor ku hatibû plankirin nemeşiya. Ew çîrokên berê her carê dubare dikin. Ev israra siyaseta neçareserkirinê ya pirsgireka kurdî ye. Gelê kurd, bi îktîdara AKPê ne bawer e. Nexasim jî jinên kurd!

Pêvajoyên wiha ku qonax bi qonax çareserî pêk tê, bi avêtina gavên dualî li ser piyan dimîne. Pêvajo bi beşdarbûna dînamîkên sereke yên navxweyî/civakî, sazî û dezgehên jinan û mafên mirovan bi ser dikeve. Pêvajoyên wiha hesas ên çareseriyê li gorî anketên hinek şîrketan nayê birêvebirin; li gor peydakirina rêyên çareseriyê bi pêş ve diçe. Divê ev pêvajo jî mîna yên berê, nebe qurbana berjiwendiyên desthilatê. Stûnên esasî yên dewrdana derbasbûnê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên civakê li hevkirina civakî pêk tên. Demokrasî, aktuelkirina hemû beşên cuda yên civakê ye.

Ji pêvajoyê bendewariya her aliyekî cuda ye. Ji bo serkeftina pêvajoyê, kî çi kiriye aşkere ye. Ma ya herî girîng jî ne ev e? Aliyê Tevgera Azadiyê di qonaxên pêvajoya salekê de gavên micid ên bi wêrek avêtin, li ser vê bingihê û hişmendiyê pêvajo heta îro bi keda yekalî bi pêş ve çû. Bi avêtina gavên şênber pêvajo, ji provakasyonên muhtemel hatiye parastin. Tevgera Azadiyê, hemû gavên xwe bi wêrekî avêtin ku Pêvajoya Aştî û Civaka demaokratîk heta vê astê anî. Ji bo Tevgera Azadiyê ev pêvajo stratejîk e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; bi aqilê yekîtiya neteweyî ya demokratîk di nav vê aloziya Rojhilata Navîn de hevsengiyên heyî yên statûkoperest veguherî hêza pozîtîf a çareseriya neteweya demokratîk. Di vê hevsengiya nû ya pêşxistina aqilê kurdî yê yekîtiya demokratîk de; kurd pêşengiyê ji avakirina demokrasiya Rojhilata Navîn re dikin. Saxlemkirina ewayên bingehîn ên civaka demokratîk, li ser vî esasî bilind dibe. Pêkanîna vê, erêkirina civaka demokratîk e. Di wateya hewldana avakirina pergaleke nû ya entegrasyona demokratîk de, dê bi rêya hiqûqê misoger bibe. Ev şêwaza nû ye serdemê ye; îfadeya têkoşîna siyaseta demokratîk ev e.

Dewlet ji çeka destê kurdan ditirse. Tirsa dewletê ji dîrokê tê. Li gorî hişmendiya dewletê ya mêtinger divê hêza parastina kurdan tune be. Divê kurd nebin xwedî hêza parastinê ya rêxsitinkirî. Parastina kurdan ji bo xwe weke gefa “ewlehiyê” dibîne. Rayedar û wezîrên dewletê ji bo ku kurdên rojavayê Kurdistanê bêçek bikin, li dinyayê dewletek nema ku xwe navêtin ber deriyê wê. Roj nîne ku li ber deriyê dewletekê bazara tesfiyekirina rojavayê Kurdistanê nekin. Rojava, kirine mijara bazarê ya pêvajoyê. Dewleta tirk di polîtîkaya antî-kurd de bi israr e. Di mijara înkar û asîmîlasyonê de sînoran nas nake. Siyaseta înkarkirina hebûna gelê kurd, dewam dike. Divê bê zanîn ku Rojava qibleya hemû kurdan e. Armanca dewletê ji çareserkirinê wêdetir, tasfiyekirina sazî û destkeftiyên Tevgera Azadiyê ye. Pêvajo ji hêla dewletê ve rast nayê nîqaşkirin û tê manîpulekirin.

Tirkiye di navenda aloziya Rojhilata Navîn de bi qeyranên mezin re rû bi rû ye. Desthilata vî welatî heta niha ji pirsgirêkên civakê re, ji pirsgirêkên jinan re çi çareserî dîtiye? Îktîdara AKPê ji niha û pêde wê nikaribe hêza xwe konsolîde bike. Mana wê ya li ser îktîdarê zehmet e. Li Tirkiyeyê saziya siyasetê ji hunera afirîneriyê dûr ketine. Dewlet divê dev ji rêbazên xwe yên klasîk berde, rast nêzî pirsgireka kurdî bibe.

Hikûmeta dewleta tirk di asta navxweyî û navneteweyî de ji bo ku aştî pêk were heta niha çi xebat kiriye? Herkes li bendê bû ku dewleta tirk ji biryara bidawîanîna şerê çekdarî ya Tevgera Azadiyê, weke fersendeke dîrokî ya stratejîk bibîne û gavên hiqûqî li pey hev biavêje. Lê mixabin heta niha ti gav nehatine avêtin, aliyê çareseriyê mijûl dike.

Daxwaza kurdan a çareseriyê aşkere ye; misogerkirina mafê hêviyê û pêkanîna hemwelatîbûna azad e. Têkoşîna gelê kurd ji bo avakirina komareke demokratîk e. Pêşvebirina aştiyê ye. Di vê pêvajoyê de ciwan bi taybet jî jinên ciwan di nav lêgerînên alîkar ên çêkirina rêyên çareseriyê de rol girtiye. Têkoşîna jinên ciwan; wateya xwe gelek e. Aşkere ye ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê dike. Demokratîkkirina Tirkiyeyê, helbet wê bandorê li tevahî dînamîkên civakî yên herêmê bike. Hevsengiya nû dê bi xwe re, pergaleke nû bîne. Bila ewrên reş ên li ser xaka Kurdistanê belav bibin, bila Ronahiya Rojê di dilê mirovên vê xaka qedîm de bilerize, şewq bide…

Naveroka berê

Naveroka ya piştî vê