1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hebûn û vejîn

Rêber Apo berxwedana zindana Amedê weke bang û fermana bilindkirina têkoşînê bi nav kir. Û 15ê Tebaxa 1984an bi pêşengiya Mahsum Korkmaz guleya pêşî li Eruhê hat teqandin. Êdî çerxa dîroka Kurdistanê hat guhertin; partîbûn, berxwedan, şerê çekdarî.

Salên 70yî, mîna gelek deverên cîhanê, bayê şoreşê li Tirkiye û Kurdistanê jî da. Xwendekarê kurd Abdullah Ocalan ê ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û hevalên wan bandor lê dikin, biryarê dide ku dawî li xewa dehê salan bîne… Û bi ketina sala 1973yan Rêber Apo dikeve nav lêgerînekê… Navenda vê tevgera ku wê bi demê re mohra xwe li dîroka Kurdistan, herêm û cîhanê bidaya, paytexta Tirkiye Enqereyê bû.

Her tişt ji civîna Bendava Çubûkê dest pê kir… Sala 1976an li Dîkmena Enqereyê êdî koma ku ji çend şoreşgeran pêk dihat, gihîşt wê astê ku biryara rêxistinbûnê bide.

Endamên vê komê gihîştin wê baweriyê ku divê beriya her tiştî tirsa dehê salan ku di serê kurdan de bi cih bûyî, ji holê were rakirin.

Lewma yek bi yek berê xwe didin bajarên Dîlok, Amed, Riha, Dêrsim, Batman û Serhedê. Hêzên ji vê tevgera şoreşger haydar bûn, hê di rojên pêşî de ketin nav tirs û xofeke mezin. Difikirîn ku ew ê bi kuştina çend pêşengan dawî li vê tevgerê bînin..

18ê gulana 1977an li bajarê Dîlokê, yek ji damezirînerên koma Apoyî, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer di encama êrişeke bêbext de şehîd dibe. Yên êrişî Hakî kir bi qasî ku xwestin wî bê bandor bikin, her wiha pîlan dikir ku bi qetilkirina wî, ew ê hemû endamên komê nas bikin û yek bi yek wan ji holê rabikin.

Abdullah Ocalan ê vê pîlana dewleta tirk dibîne, ji bo bîranîna Hakî Karer biryareke dîrokî dide. Û di nav demeke kurt de, tevger li her devera Kurdistanê belav dibe.

Di encama xebatan de, ciwanên Apoyî gihîştin wê qenaetê ku êdî dema partîbûnê hatiye… Û roja 27ê Mijdara 1978’an, 23 kadroyên pêşeng li gundê Fîsê yê navça Amedê Licê kom dibin. Ev civîn weke kongreya damezirandinê tê lidarxistin. Tevgera ciwanên Apoyî, di vê kongreyê de xwe weke Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bi nav dikin.

Piştî 2 sal di ser damezirandinê re derbas bûn, cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê pêk hat. Piraniya pêşengên PKKê hatin girtin û di êşkenceyên herî giran re derbas bûn. Bendewariya cûntayê ew bû ku bi lêdanê ew ê bandorê li biryardariya kadroyên PKKê bike û wan mecbûrî teslîmiyetê bike. Mazlum Dogan, Ferhad, Necmî, Mahmûd, Eşref, Kemal, Xeyrî, Alî û Akif bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ xewn û xeyalên faşîzmê têk birin.

Salên 1990î salên serhildanên gel bûn. Hingê li qadan ev dirûşm bilind dibû: PKK gel e gel li vir e. PKKê tevî ku êdî artêş û destekeke mezin a kurdên li her çar beşên welat û derveyî welat bû jî, ji mezinkirina şer zêdetir li çareseriya siyasî digeriya.

93 bû sala agirbesta yekemîn, piştre 96 û 98. Lê bersiva dewleta tirk û zilhêzan bû komplo. Rêber Apo 9ê Cotmeha 98an ji Sûriyeyê hat derxistin. Li Ewropayê hewl da çareseriyekê bibîne. Lê wê demê jî hewldanên wî bê bersiv man. Û sibata 99an, 15’ê Sibatê komploya navneteweyî li Kenyayê bi girtina Rêber Apo û radestkirina Tirkiyeyê encam da.

Tevî vê jî Rêber Apo lêgerîna çareseriyê domand. Pêşî li şerekî hîn mezintir girt.

Paradîgma guhert. Tevgera Azadiyê ji nû ve birêxistin kir. Li hemberî modernîteya kapîtalîst alternatîf danî; modernîteya demokratîk. Rêber Apo çiqas ji bo aştiyê fersend çêkir, dewletê bi şer bersiv da. Pêvajoyên 2009-2013-2015 wisa hatin hebakirin. Şer kûrtir bû. Êş mezintir bûn.Lê PKK her ma û têkoşîn her mezintir kir. 2024an careke din bi înîsiyatîfa Rêber Apo ji bo lêgera siyasî pêvajo hat bipêşxistin.

Rêber Apo bi banga 27ê Sibata 2024an xwest PKK xwe bi awayekî dilxwaz fesix bike.

Got; dewra wê temam bûye, karê xwe kiriye, peywira xwe aniye cih. Got; PKK’ê hebûn misoger kir û dora azadiyê ye. PKKê jî bi telîmat û perpektîfên Rêber Apo bi  birêvebirina wî gulana 2025an kongreya xwe ya awarete ya 12an çêkir û rêxistina xwe fesix kir.

Desthilatdarên tirk ji bo dawî li PKKê bînin, sala 84an 72 saet dem nîşan didan. Bi sedan 72 saet derbas bûn, bi dehan desthilatdar û sererkanên dagirker ji holê rabûn. Lê 47 sal in PKK bi ruhê di nav gelê kurd û bindestan de ava kirî her zindî ye. Ew navê hebûna gelê kurd çêkera Cejna Berxwedana Neteweyî ye. Cejna we pîroz be.